'Huner ancax bi ked û xwedîderketina jinê pêş bikeve' 2020-02-15 09:05:56   MINBIC - Mamoste û Stranbêj Hiyam Al-Mûsa diyar kir ku hunera stranbêjiyê nayê sînorkirin û wiha got:"Bila hemû jin xwedî li hunera xwe derkevin, jêhatîbûna xwe nîşan bidin, hebûn û vîna xwe îsbat bikin. Huner ancax bi ked û xwedîderketina jinê pêş bikeve."   Ji bajarê Minbicê re bajarê helbestvan û hunermendan tê gotin. Lê heta îro jinek nehatiye dîtin ku derketiye li ser dikê û li pêşiya girseyekê stran gotiye. Mamoste û Stranbêj Hiyam Al-Mûsa ew rêgez hilweşand û jêhatîbûna xwe ya berçav derxist pêş. Wê qalibên civakî şikand û xwedî li hunera xwe derket.    Stranbêja jin a yekem a Mincibê Hiyamê ye   Hiyamê hêza xwe ji hunera stranbêjiyê digire. Lewra wê bi stranbêjiya xwe diyar kir ku stranbêjî giyan e. Hiyamê yek ji jinên ku gelek jêhatiyên wê hene  û ya herî girîng jî jêhatiya stranbêjiyê ye ku kêm jinên Minbicê xwedî vê hunerê ne. Bi bawerî û dilxwazî biryar da û  xebitî ku bibe jina yekem a li Minbicê ku li ser dikê xuya bike û stranên gelerî û stranên Feyrûz bibêje.   Hiyamê xwedî dengekî xweş û şîrîn e   Hiyamê di heman demê de li bajarê Minbicê karê mamostetiyê dike. Li dibistana El-Beis waneya çand û exlaq dide. Ew xwedî dengekî xweş û şîrîn e. Jêhatibûna stranbêjê li cem xwe kifş kiriye. Di 15 saliya xwe de dema ku di qonaxa navîn de xwendekar bû, tenê di odeya xwe de distira heta ku dengê xwe yê xweş ferq bike.   Hiyamê di heman demê de helbestan jî dixwîne   Ji bilî dengbêjiyê gelek jêhatîbûnên din ên wek şano, wênesazî, xwendina helbestê û kirina werzîşê yên Hiyamê hene.Wê li navenda çand û hunerê perwerdeya salekê dîtiye. Hiyamê biryar da ku piştî perwerdeyê, jêhatiya xwe ya stranbêjiyê pêş bixe. Ew 17 xwendekar bûn.Wê di nava salekê de perwerdeya li navenda çandê, perwerdeya şanogerîyê, dengbêjî û sazbendiyê qedand. Di dema bidawîkirinê de bi hevalên xwe re derket ser dikê û berhemên xwe nîşan dan.   'Stranên neteweyî û gelerî bala min dikşîne'   Hiyamê kelecana dilê xwe ya derketina ser dikê wiha rave kir: "Di gava pêşî ya derketina ser dikê min gelek şerm kir. Ez şaşopaşo û tevlîhev bûm. Kelecanek mezin girt dilê min. Lê ev hemû bûn serdem ku ji berê bêhtir bi xwe bawer bibim. Berdewamkirina xebata min ya stranbêjiyê xwebawerî û daxwaza min bû. Ez êdî wekî berê şerm nakim û tevlihev nabim. Stranên neteweyî, gelêrî û stranên hunermend Feyrûz bala min dikşînin."   'Dixwazim bibim mînak ji hemû jinan re'   Hiyamê girîngiya parastina çandê jî wiha anî ziman: "Ez baştir dibînim ku van stranan êdî hîn çêtir distirêm. Ji bo ku ji nû ve stranên çandî bên gotin û neyên jibîrkirin xebatên wiha giring dibînim. Dema ku ez derketim ser dikê, min stranên neteweyî û yên Feyrûz gotin. Tevî ku hunerên cur bi cur û stranbêjî di civakên rojhilatî de wekî pêşengiya mêran têne hesibandin jî, min ev gava yekem avêt û nîşan da ku jêhatiya xwe bidim xuyakirin. Dixwazim ji hemû jinan re bibim mînak. Piştî min di dengbêjiyê de gava yekem avêt ez ji keça xaltîka xwe ya 15 salî ku xwediyê dengekî xweş û şîrîn re bûm mînak.   'Li Minbicê gelek jinên jîr û zane hene'   Hiyamê destnîşan kir ku di Minbicê de gelek jin hene ku jêhatiyên wan pir in, lê adet û kevneşopiyên civakê di vî warî de dibin asteng û wiha dom kir: "Em gelek jinên jêhatî nas dikim, lê kevneşopiyên ku di civakê de hene pêşiya wan digire ku pêş bikevin û jêhatiyên xwe jî destnîşan dikin. Ji bilî wê civaka Minbicê bawer dike huner tenê ji bo mêran e û ew jêhatiya stranbêjiyê li cem jinê wekî kêmasiyekê dibînin. Ji ber ku jin ji civakê ditirsin ku dê di derheqê wan de çi bê gotin, ew naxwazin behreyên xwe di nav gel de nîşan bidin û di hindirê xwe de dihêlin."   'Huner bi xwedîderketinê û keda jinê ancax pêş bikeve'   Hiyamê bal kişand ser kêrhatina jinan a di hunerê de û wiha pê de çû: "Jin dikarin stranbêjiyê û şanogeriyê bikin, helbestan binivîsin. Ev kar ne tenê yê mêran e. Ez daxwaz dikim ku jin hebûna xwe îsbat bikin, vê yekê bê tirs nîşan bidin û veneşêrin. Divê jin astengiya tirsê bi bawerî û xwesteka xwe bişkîne. Bi taybetî jinên Minbicê divê hebûna xwe îspat bikin. Huner ancax bi ked û xwedîderketina jinê pêş bikeve."