'Bi hezaran jinên kurd mohra xwe li dîrokê xistin' 2020-02-10 16:53:13   HELEB - Şanogerên Herêma Cizîrê ên koma Sarya Baran, li Helebê şanoyên xwe pêşkêş kirin. Şanogerên ku derketin ser dikê wiha gotin: "Me bi rêya şanoya xwe berxwedan û têkoşîna jina kurd nîşanî civakê kir."     Koma  şanoyê Sarya Baran a  Tevgera Kevana Zêrîn li Herêma Cizîrê, bi alîkariya navenda Çand û Hunerê ya Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê  du şano pêşkêş kir. Şanogeran şanoya  bi navê 'Jina bi tenê' û şanoya 'Ez diqîrim' li hola Elwan a ku dikeve Taxa Şiqeyêf pêşkêş kirin.   Jinên şanoger ên ku tevlî pêşkêşkirina şanoyan bûne, nêrînên xwe anîn ziman.   'Bi rêya şanoyê me xwest berxwedana jinan nîşanî civakê bidin'   Şanoger Şevîn Xelîl li ser şanoya ku pêşkêş kirine axivî û wiha got: "Me şanoya xwe cara yekem di mîhrîcana Mîtan de pêşkêş kir û cara duyem jî li bajarê Helebê pêşkêş dikin. Şanoya ku em pêşkêş dikin mijara wê li ser jinên berxwedêr e. Bi taybet di roja me ya îro de jin li zindanên dijmin de rastî îşkenceyê tên. Me jî di vê şanoyê de li hember êrîşên dijmin, berxwedana jinan derxistiye pêş. Niha jî bi hezaran jinên kurd di zîndana dijmin de li berxwe didin. Me bi vê şanoyên xwe xwest ku berxwedana jinan nîşanî civaka xwe bidin."   'Bi rêya hunerê xwe jinên têkoşer didin nasîn'   Şanoger Bera Ferec Hesen jî li ser şanoya ku pêşkêş kirina wiha axivî: "Me bi rêya şanoya xwe berxwedan û têkoşîna jina kurd nîşanî civakê kir. Bi hezaran jinên kurd mohra xwe li dîrokê nivîsandin û em jî zindî dikin. Yek ji wan jinên berxwedêr Sakîne Cansiz bû. Niha jî dewleta tirk êrîşî herêma me dike û yekem jinên pêşeng hedef digire. Em jî bi rêya hunerê xwe jinên têkoşer didin nasîn."