'Erka me ye em hunerek xweş û bi wate ji bo civaka xwe derxînin pêş' 2020-02-06 09:04:49   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Endamên Komîteya Amadekirina 4’emîn Mîhrîcana Mîtan, derbarê amadekariyên mîhrîcanê yên di pişt perdeyê de wiha gotin: "Erka me ye ku em hunerek  xweş û bi wate ji civaka xwe re derxînin pêş, wisa keda me watedar dibe."    Tevgera Çand û Huner û Kevana Zêrîn a Efrînê beriya 2 mehan amdekariyên 4’emîn lidarxistina Mîhrîcana Mîtan dikin da ku bi rengê Kurdî pêşkêş bikin. Li gor derfetên heyî û rewşê ku diqewime gelek amûrê mîhrîcanê kêm bûn, lê dîsa  jî  şêniyên Efrînê dikarîbûn çanda xwe careke din li Herêma Şehbayê zindî bikin. Derbarê amadekariyên 4’emîn Mîhrîcana Mîtan Endamên Komîteya Amadekar nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Keda ku tê kirin em belge dikin'   Endama Komîna Sînameya Tevgera Çand û Huner a Efrînê, Zîlan Silêman derbarê kar û xebata Mîhrîcana Mîtan de axivî û wiha  got: "Dema biryara lidarxistina Mîhrîcana Mîtan hat dayîn, wek kamerevan  me kêlî bi kêlî ji bo belgekirina mîhrîcanê xwe amade kir.  Ji perwerdekirinê heta pêşkêşkirinê me cihê xwe wek kamerevan, di nav de  girt. Me bi  dîmenên xwe sînevizyonek di Mîhrîcana Mîtanê de, pêşkêş kir. Li ser şanogehê û pişt perdeyê kedek mezin tê dayîn, em jî vê kedê derdixin pêş."   'Mîhrîcana Mîtan çanda pîroz pêşkêş dike'   Kameravana Tevgera Çand û Huner a Efrînê, Yere Hesen nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Ez wek kamerevan cara yekem tevlî mîhrîcanê dibim û van kêliyan dişopînim. Di rewşa heyî de lidarxistina Mîhrîcana Mîtan çandeke gelek pîroz e. Di demên pêş de dibe ku amadekariya fîlmekî ser 4’emîn Mîhrîcana Mîtan bê çêkirin. Em hêvîdar in ku sala bê li Efrînê em mîhrîcana xwe pêşkêş bikin."   'Li gor derfetên kêm hunerek bi wate derdikeve pêş'   Endama Komîteya Amadekariya 4’emîn Mîhrîcana Mîtan, Sebah Elî qala amûrên ku bi kar anîne dike û wiha got: "Em wek mamosteyên çêkirina wêneyan li pişt perdeya şanogehê, rûyên lîstikvanan  rengo rengo dikin û kesayetên cuda li gor rolên wan di şanoyan de dixemilînin. Li gor derfet û amûrên kêm em hewil didin hunerek xweş û baş derxînin pêş."