'Me çîrok û dîroka xwe zindî kir' 2020-02-05 13:27:55   Hesna Muhamad   ŞEHBA - Şanogerên ku şanoya bi navê 'Derweşê Evdî' pêşkêş kirin wiha gotin: "Bingeha çîroka Derweşê Evdî hezkirina rast a welat û evînê nîşan dide."   4’emîn mîhrîcana Mîtan bi dirûşma "Em jiyanê diçînin" a ku li Şanogeha Çiyayê Kurmênc bi pêşengtiya Tevgera Çand û Huner û Kevana Zêrîn a herêma Efrînê hat lidarxistin di roja 10’emîn de berdewam dike. Tevahî sazî û dezgehên civakî di Mîhrîcana Mîtan de amade bûn. Di roja dehemîn de ji Mîhrîcanê Endamên Tevgera  Kevana Zêrîn a herêma Efrînê şanoyek  bi navê "Derwêşê Evdî" pêşkêş kirin. Jinan derbarê lîstika Derwêşê Evdî de nêrînên xwe anîn ziman.   'Çîroka Derwêşê Evdî hezkirina rast a welat û evînê ye'    Şanoger Emîne Silêman di derbarê şanoya ku pêşkêş kirine de wiha dibêje: "Bingeha çîroka Derweşê Evdî ser hezkirina rast a welat û evînê ye. Rola min dayika Derwêş e. Li gor derfetên heyî me çîroka xwe pêşkêşî gel kir û gel morelek mezin girt. Her roj dewleta tirk êrîşî herêmê me dike û ruxmê wê jî em mîhrîcana xwe li dar dixînin. Ev jî bersivek li dijî dewleta dagirker e. Em bi çand û hunera xwe dijîn û serkeftin wê her para Gelê Kurd be."   'Me çîrok û dîroka xwe zindî kir'    Endama Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê, Fatma Bîlal hêstên xwe ji bo mîhrîcanê wiha anî ziman: "Me ji bo şanoya Derweşê Evdî gelek amadekariyên mezin kir û serkeftî jî derbas bû. Me xwest bi rêya mîhrîcanê çîrok û dîroka kurdan zindî bikin. Peyama me jî ew e ku em rastî û qehremandiya kurdan ji gel re bi rêya mîhrîcanan bidin nasîn û evîna rast a welat derxînin pêş."   'Şanoyên ku hatin pêşkêşkirin qehremantiya Gelê Kurd vedibêje'    Jina bi navê Xedîce Xelîl jî hestên xwe wiha parvekir: "Çîroka Derweşê Evdî berxwedan û hezkirina rast ji welat û evînê re ye. Piraniya şanoyên ku li vê mîhrîcanê hatin pêşkêşkirin rastiya kurdan vedibêje. Em bi hêvî ne sala bê mihrîcana xwe li Efrîneke azad li dar bixînin."