Çalakiya Hefteya Çandî li Kobanê dest pê kir 2020-02-05 09:24:35   KOBANÊ - Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê dest bi çalakiya bi navê 'Çand û civak' ya heftane kirin.    Bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê ji bo pirsgirêkên di nava civak û saziyan de bên çareserkirin dest bi çalakiya 'Çand û Civak' ya heftane hat kirin. Çalakî li navenda Baqî Xido ya Kantona Kobanê hat lidarxistin. Di roja yekem a çalakiyê de semînerek li ser rêveberîyê hat dayîn. Bi dehan sazî û dezgehên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Paşê li ser armanca çalakiyê Hevseroka Rewşenbîrên Kobanê Leyla Ebdo axivî.   Leyla behsa armanca çalakiyê kir û wiha got: "Armanca me ji vê hefteya çandî ew e ku em gelê xwe di mijarên rêveberî, rewşenbîrî, rola gel a di nava civakê de, dîroka di navbera her du çeman de, bandora ragihandinê ya di nava civakê de, guhertina civakê, meteryal, rêbazên wan ên dayinê, çîrok û kurteçîrokan de agahdar bikin. Bi saya xebatên bi vî rengî ew ê civak bêtir pêş bikeve."    'Erka rêveberan a sereke rêvebirina civakê ye'    Paşê Endamê Komîteya Zagonsaz a Desteya Edaletê ya li herêma Firatê Şahîn Elî semîner bi rê ve bir û wiha got: "Peyva rêveberî jixwe ji rêvebirinê tê. Di nava gelek saziyan de pirsgirêk derdikevin holê, lê erka rêveberîyê ew e ku hemû pirsgirêkan bi riya nîqaş û goftugoyan çareser bike. Ya girîng ew e ku hevbeşî û edalet di nava her du zayendan de bê çêkirin. Di nava projeya netewa demokratîk de pergala hevserokatiyê heye. Pêwîst e rêveber beriya dest bi kar û xebatê bike di destpêkê de di nava perwerdeya birdozî de derbas bibe heya ku bikaribe civaka xwe bi rêve bibe. Ji bo civak bibe xwedî hişmendiyek baş û bikaribe xwe pêş bixe pêdivî heye ku kesên rê nîşanî civakê didin xwe baş perwerde bikin."   Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.   Hêjayî gotinê ye ku wê sibehê jî mijara rewşenbîrî û rola rewşenbîriyê ya di nava civakê de ji gel re bê dayîn. Tê payîn ku wê hefteya çandî heta hefteyekê berdewam bike û her rojê wê mijarên cuda bên dayîn.