4'emîn mîhrîcana Mîtan berdewam e 2020-02-02 17:27:54   ŞEHBA - 4'emîn Mîhrîcana Mîtan a ku bi dirûşma "Em jiyanê diçînin" tê lidarxistin, di roja xwe ya 8'emîn de li şanogeha Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdas a Şehbayê, didome.   Bi peşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Huner a Efrînê 4'emîn mîhrîcana Mîtan a bi dirûşmeya "Em jiyanê diçînin" li şanogeha çiyayê kurmênc a navçeya Ehdas a Şehbayê di roja xwe yê 8'emîn de dewam dike. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di mîhrîcanê de amade bûn.   Îro şano li ser bikaranîna teknîka şaş û şanoya bi navê "Tu bi xêr hatî cuha" ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Helebê ve hat pêşandan.    Mîhrîcana Mîtan berdewam e.