'Berxwedana gelê Efrînê rengê Mîtan nîşan dide' 2020-02-01 10:08:12   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Şanogerên Tevgera Kevena Zêrîn a Koma Sarya Botan a li Qamişloyê tevlî mîhrîcana Mîtan bûne axivîn û gotin: "Lidarxistina Mîtan di rewşên zehmet de sekin û israrkirina domandina berxwedana gel nîşan dide."   Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê 4'emîn Mîhrîcana Mîtan li Şanogeha Çiyayê Kurmênc a bi dirûşma "Em jiyanê diçînin" li navçeya Ehdas a Şehbayê tê lidarxistin. Di roja 6'emîn de, ji aliyê Koma Sarya Botan a Tevgera Kevana Zêrîn a Qamişloyê şanoya bi navê 'Diqîrim' li ser kolekirina jin û bêdengiya mirovan hat pêşkêşkirin. Tekîldarê şanoya ku hatiye pêşkêşkirin, endamên şanoya Koma Sarya Baran nêrînên xwe parve kirin.     'Navê şanoyê me 'Diqîrim' e'   Şanogera Koma Sarya Botan, Şevîn Xelîl li ser şanoya ku pêşkêş kirine axivî û wiha got: "Koma me yekem car tevlî mîhrîcanê dibe. Me xwest yekem şanoya xwe li ser jinê pêşkêş bikin. Şanoya ku me pêşkêş kiriye bi navê 'Diqîrim' e. Me dixwest bi rêya vê şanoyê, îşkenceya ku li ser jinê tê meşandin û kolekirina jinan nîşan bidin."   'Berxwedana gelê Efrînê rengê Mîtan nîşan dide'   Şanogera Koma Sarya Botan, Bera Hesen diyar kir ku hatina wan li Şehbayê gavek mezin bû û wiha domand: "Mîhrîcaneke wiha gavek  mezin e, ji ber gelê Efrînê bi berxwedan û têkoşînê tên nasîn. Berxwedana gelê Efrînê rengê Mîtan nîşan dide."   'Hêviya me ew e sala bê Mîtan li Efrînê bê lidarxistin'   Şanogera Koma Sarya Botan, Zelal Musa bal kişand ser girîngiya mîhrîcanê û wiha pê de çû: "Di rewşeke wiha dijwar de lidarxistina mîhrîcanê pir bi wate ye. Lidarxistina mîhrîcanek wiha berxwedan û parastina çanda gelêrî nîşan dide. Hêviya me ew e ku sala bê mîhrîcana mîtan li Efrînê bê lidarxistin."