‘Jin xwe di nivîsan de dibînin’ 2020-01-23 09:13:46   STENBOL - Hejmara 10’emîn a Kovara Jinan a Yenî Demokrat bi gotina ‘li her çar alî cîhanê serhildana jinan’ derket. Ji kovarê Sevdayê diyar kir ku kovar di alî avakirina qada ku jin polîtîkayê bikin de gelek girîng e û got jin xwe di nivîsan de dibînin.   Kovara Jinan a Yenî Demokrat bi dirûşma ‘li her çar alî cîhanê serhildana jinan’ hejmara 10’emîn derxist. Di kovarê de ji grevên jinan bigirin heta jinên koçber û têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan tê dîtin.   Sevdayê der barê pêvajoya derketina kovarê de nêrînên xwe anî ziman û got: “Me 6-7 sal berê kovar li ser hewcedariya jinan derxist.    Sevdayê wiha got: “Di pêvajoyek wisa de derxistina kovarekê ya ji hêza xwe zehmet bû. Pêvajoyeke bi kelecan bû. Ji ber ku jinan dîroka xwe bixwe dinivîsî. Xebatên xwe radigîhand pêşerojê. Lijneya weşanê ji bo em kovara xwe derxin, karê me hêsan kir. Lijneya jinan pêşniyaran digire piştre van dike û zelal dike û dike mijara dosyayê. Em kovarên xwe di esasê de li ser mijarên dosyayê derdixin. Yanî em li ser mijarekê bi awayekî berfireh dosyayê digirin dest. Kovareke ku mijarên rojevî digire dest e.”   Sevdayê destnîşan kir ku kovara wan hem di alî xwegîhandina jinan de û hem jî di alî avakirina qada ku jin lê polîtîkayê bikin de gelek girîng û xweser e û got jin xwe di nivîsan de dibînin.   ‘Di çîrokên cuda de xwe dibînin’   Sevdayê diyar ku di nivîsên ceribandinê de jin xwe dinivîsin di alî şexsî de mijarên ku dixwazin çareser bikin bi hevkariya kovarê vedibêjin û jin di çîrokên cuda de xwe dibînin. Sevdayê her wiha bi lêv kir ku li gorî salên borî zehmetiyên cuda jiyane û got ji demên ewil zêdetir zor û zehmetî jiyane.   ‘Jin li dijî serdestiya mêr têdikoşin’   Sevdayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev di alî rêxistinên din ên jinan de jî wisa bû. Di kovarên jinan de bi awayekî cidî kêmbûn heye. Ev hem di alî rêxistinên jinan û hem jî di alî rêxistinên femînîst de jî wisa ye. Li Tirkiyeyê li hember destkeftiyên jinan êrîşên cidî hene û ev jî bandorê li ser hemû xebatên jinan dike. Jin li dijî serdestiya mêr têdikoşin.”   Sevdayê her wiha got yên dixwazin ji bo kovarê binivîsin ne hewceye tenê YDK’î bin û got ew hewl didin ku ev bibe kovara tevgera LGBT jî. Sevdayê wiha dawî lê anî: “Nivîsandin wek karê mêran tê dîtin. Em li dijî vê têdikoşin. Jin di vî alî de bi xwe bawer nînin. Em di vê mijarê de pirsgirêkan dijîn. Jin dem bi dem di nivîsandinê de pirsgirêkan dijîn. Der barê kampanyayên li dijî kuştinên jinan de jî nivîsên me hene. Em jî yek ji parçeyê kampanyaya ‘demildest pêşî li kuştinên jinan bigirin’ e. Me di nivîsên xwe de cih da grevên jinan jî. Der barê şoreşa jinan a li Rojava de jî gelek nivîs hatin nivîsin û girîng in. Her wiha Sîbel Unlî ya xwendekara zanîngehê bû û dawî li jiyana xwe anîbû jî cih digire.”