Dêra Mor Yakup di bin navê ‘restorasyonê’ de saleke girtiye 2020-01-23 09:05:17   MÊRDÎN - Dêra Mor Yakup ku yek ji dêrên herî kevn a herêmê ye û li Nisêbînê ye, bi îhaleya ku ji aliyê Muzeya Mêrdînê ve hat dayîn re xebatên restorasyonê lê hatin destpêkirin û saleke girtiye û kes nikare lê bigere û kesên diçin jî vedigerin.   Di kolandinên arkeolojîk ên li Dêra Mor Yakup a li Nisêbîn a Mêrdînê, hatibûn kirin de, hatibû diyarkirin ku Akademiya Nîsîbîs ya di keşîşxaneyê de ye zanîngeha yekem a cîhanê ye. Dêra ku xwedî dîrokek kevnar e, ji sibata 2019’an de girtiye. Ji aliyê Midûriyeta Muzeya Mêrdîn û Şaredariya Nisêbînê ve di çarçoveya ‘Restorekirina Dêra Mor Yakup û Mizgefta Zeynel Abîn’ ji bo Ajansa Pêşvebirina Dîcleyê hat pêşniyarkirin û bi vê re biryara restorasyonê hat girtin. Dêra ku divê xebata wê di tebaxa 2019’an de biqediya, saleke ji her kesî re girtiye û xebatê arkeolojîk jî hatin sekinandin.   Xebat hatin sekinandin û materyal li baxçe hiştin   Ji sala 2014’an heta niha Mizgefta Zeynel Abîdîn û Dêra Mor Yakup tevlî Lîsteya Demborî ya Mîrateya Cîhanê hat kirin. Di pêvajoya dawî de bi dehan carî di xebatên restorasyonê de hat derbaskirin. Dêr di pevçûnên navbera 2015-2016’an de bi awayekî cidî bi bandor bû û bi mehan girtî ma. Piştî qedexeyê xebatên lê hat sekinandin û gorên dîrokî yên li baxçeyên keşîşxaneyê jî hîna li wir disekinin. Kolandinên li dêrê û baxçeyê wê jî hatine sekinandin.   Dîroka dêrê   Dêra ku yek ji dêrên herî kevn a herêma Mezopotamya jorîn e, piştî zanînê (MS) di sala 313’an de ji aliyê Mor Yakup yê di sala 309’an de anîn pîskoposiya Nisêbînê ve hat avakirin. Di hinek metn û kîtabeyan de tê gotin ku keşîşxane wek avahiya vaftîzxaneya aydê Katedralîna Nisêbînê hatiye avakirin, lê piştre katedralîn û avahiyên din hatin hilweşandin û veguhertina Keşîşxaneya Mor Yakup.