Şanoya Bajêr a Amedê dest bi kampanya projeya cihê nû kir 2020-01-21 11:09:09   AMED - Lîstîkvanên Şanoya Bajêr a Amedê ji bo lîstikên xwe li dik (sehne) ango eywanek mezin nîşan bidin cihek nû ava dikin û ji bo cihê nû kampanya piştevaniyê dan destpêkirin.    Dema ku cara ewil di sala 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, gelek şanogerên di bin banê Şanoya Şaredariyê de dixebitin ji kar hatin derxistin û gelek jî ji wan helwesta xwe nîşan dan û dest ji kar berdan. Tevî vê yekê jî şanoger ango lîstikvanên serkeftî dest ji hunera xwe bernedin û bi derfetên xwe di sibata 2017’an de bi ewyanek kapasîteya 82 kesan Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin.    Tevî derfetên kêm jî lîstikvanan xebatên şanoyê li vê eywana biçûk birêve birin. Di nava van 3 salan de her her rojên înê û şemiyê lîstikên kurdî nîşan dan. Şanoya Bajêr dika xwe bi komên şanoya alternatîf ên ji Wan, Êlih, Stenbol, Enqerê jî hatin re parve kir. Şanoya Bajêr heta niha 3 mihrîcanên şanoyê û gelek çalakiyên hunerî li dar xist.    Şanoya Bajêr a Amedê ji ber her ku diçe temaşevanên lîstikên wan zêde dibin û ji ber pêdiviya cih neçar man ku dest bi projeyek dik ango eywanek nû bikin. Şanoya Bajêr dest bi projeya xwe û di heman demê de şanogeran ji bo piştevaniyê dest bi kampanya piştevaniyê kirin û bang xwedî derketina şanoya kurdî kirin.    Li cihê nû yê şanoyê ku tê amadekirin salonek ji 160 kesî ji bo pêşandana şano û sînemayê pêk tê. Heke dema di heman salonê de dîwarê bi tevger were rakirin cihê 200 kesî tê çêkirin.    Kampanya li ser înternetê hat destpêkirin. Kesên ku dixwazin piştevaniyê bidin kampanyayê dikarin li ser vê lînkê xwe bigihîninê: https://fongogo.com/Project/amed-sehir-tiyatrosu-yeni-sahne-projesi-5   Ji bo piştevanan surprîz hene   Surprîzên cûr bi cûr jî li benda kesên destek bidin kampanyayê ne. Li gorî rêjeya ku kes piştevanî daye dê di hefteya ewil a vekirina cih de wî/wê vexwînin 2 çalakiyên hunerî. Wê spasiyek taybet ji wan were kirin. Salek an jî 5 sal wê ew kesên piştevan wek mêvanên taybet dikaribin beşdarî lîstikên şano, şahiyên wek konser, fîlm, pêşengeh û performansê bibin.