'Dê bi axaftinê xwedî li kurdî derkevin' 2020-01-16 09:04:45   ŞIRNEX - Li dijî polîtîkayên bişaftinê jinên Cizirê bang li malbatan kir û gotin: "Bila malbatên kurd li malên xwe bi kurdî biaxifin û zarokên xwe hînê zimanê dayikê bikin. Em dikarin bi axaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin."   Li hemberî zimanê kurdî bi salane polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Ev polîtîkayên ku tên meşandin bêtir li ser zarokan bi bondar dibin. Zarok neçar dibin bi zimaneke biyanî perwerdê bibin. Ev tişt dibe sedem ku êdî ziman têk biçe. Lê gelek malbat hêj li ber xwe didin ku li malên xwe û di nava jiyana xwe ya rojanê de zimanê dayikê bikar bînin û zimanê xwe biparêzin. Jinên Cizîrê dijîn derbarê axaftina bi kurdî de nêrînên xwe anîn ziman û bang li malbatan kirin ku bila li malên xwe bi kurdî biaxifin.    ‘Bila zimanê xwe ji bîr nekin’   Sumeyra Can di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser ziman û diyar kir ku mirov çend zimana bizanibe ew qas başe, lê belê divê tu carî jî zimanê xwe ji bîr nekî. Sumeyra, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di malên xwe de bi zarokên xwe re kurdî biaxivîn û wan fêrê zimanê kurdî bikin. Çi zimanê dizanin bila bizanibin lê bila zimanê xwe jî ji bîr nekin. Divê li her qadê jiyanê malbat zarokên xwe fêrê zimanê kurdî bikin. Bila zarok tu carî zimanê xwe ji bîr nekin. Li gelek malan de malbat bi zimanê tirkî zarokên xwe re diaxivin. Ji xwe di dibistanê de bi zarokan re bi tirkî tê axaftin. Dema zarok kanalên tirkî temaşe dikin ji xwe fêrê zimanê tirkî dibin. Em dixwazin ku hemû malbat bi zarokên xwe re kurdî biaxivin û bila zarok kanalên bi kurdî têmaşebikin."   ‘Em li malê bi kurdî diaxfin'    Meryem Kara, destnîşan kir ku li malê bi kurdî tê axaftin lê li dervê bi tirkî tê axaftin û wiha axivî: "Em li malên xwe her tim bi kurdî diaxifin. Lê dema em diçin nexweşxane û dibistananê jî em neçar dimînin ku tirkî biaxivin. Ev tişt tê serê zarokên me jî. Zarokên me dema diçîn dibistinê bi tirkî diaxifin. Em dixwazin di dibistanan de perwerdeya kurdî bê dayîn. Em jî dixwazin wekî hemû netewan bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Me mecbûrê zimanê tirkî dihêlin.”   'Bi zarokên xwe re kurdî biaxifin'   Perihan Ok jî wekî jinên din bal kişand ser girîngiya axaftina bi zimanê kurdî û wiha bilêv kir: “Em li malê bi malbata xwe re û bi zarokên xwe re her tim bi kurdî diaxivin. Ji ber ku zimanê kurdî zimanê dayika me ye. Divê em xwedî li zimanê dayika xwe derkevin. Bi polîtîkayan xwestin zimanê me tune bikin û ji holê rabikin."   ‘Zimanê kurdî zimanê dayika me ye’   Jina bi navê Humeyra Kiliç di axaftina xwe de bang li dayikan kir û wiha dom kir: "Em kurd in divê di serî de em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Li ser zimanê kurdî gelek zext hene û êdî zimanê kurdî wek berê nayê axaftin. Ji ber ku gelek malbat di malên xwe de bi zimanê tirkî diaxivin. Ev jî dibe sedema ji bîr kirina zimanê kurdî. Em di nava jiyana rojanê de bi taybetî dema diçin nexweşxaneyê gelek zehmetiyê dikişînin, ji ber ku em zimanê tirkî nizanin. Lê belê divê em li hemberî her tiştî bi kurdî biaxifin.”   ‘Zimanê dayikê hebûna me ye’   Melîha Kaçar, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ziman û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Zimanê kurdî zimanê dayika me ye. Em bi zimanê dayika xwe diaxivin. Em hem di malê de û hem jî li derve bi zimanê xwe diaxivin. Em ê tu carî dev ji zimanê xwe bernedin. Zimanê me rûmeta me ye. Zarokên me dema diçin dibistanê neçarê zimanê tirkî hîn dibin. Lê em dixwazin ku di dibistanan de perwerdehiya zimanê kurdî jî bê dayîn. Zimanê dayikê hebûna me ye.”   ‘Ger em bi zimanê xwe neaxivin em çawa kurd in?’   Halime Parlak demên borî li Edenê maye ji ber vê jî zarokên wê tenê tirkî axivî ne û niha jî kurdî nizanin. Halîme wiha rewşa xwe anî ziman: "Li Edeneyê malbata min zarokên min re bi tirkî diaxifin. Niha zarokên min kurdî nizanin. Piştî ku em hatin ser axa xwe zarokên min li derve û li hundûr dema tekilî danî êdî hînê zimanê xwe dibin. Divê hemû malbat bi zarokên xwe re kurdî biaxifin, bidin nivîsandin û bidin xwendin. Ji ber ku zimanê kurdî hebûna me kurda ne. Ger em bi zimanê xwe neaxivin em çawa kurd in?”   'Em ê çima bi tirkî biaxifin?'   Herî dawiyê jina bi navê Munevver Kor axivî bal kişand ser axaftina bi kurdî a bi zarokan re û wiha got: "Em bi zarokên xwe re kurdî diaxifin. Zimanê dayika me ye. Em ê çima bi tirkî biaxivin? Em tirkî nizanin û em ê tirkî neaxvin jî tu carî. Zimanê me ji bo me girîng e. Zarokên me dema diçin dibistanê tirkî diaxivin, lê dema tên malê jî em nahêlin ku tirkî biaxivin. Ger em bi tirkî biaxivin êm ê îxanetê zimanê dayika xwe bikin. Ji ber ku dayikên me bi salane bi zimanê kurdî diaxivin û zarokên xwe bi zimanê xwe mezin kirin. Em dixwazin azad bi zimanê xwe biaxifin. Îro ji ber ku em kurd in û em bi kurdî diaxifin em tên kuştin."