Li Amedê sersala Kurdî hat pîroz kirin 2020-01-13 16:56:05   AMED - MED-DER û Mala Çandê Dîcle û Firatê bi boneya sersala kurdî a li gor salnameya Roj ê tê pîrozkirin çalakî li dar xistin. Pîrozbahiya sembola hezar salan e bi tevlîbûna stranbêj, dengbêj, helbestvan û çîrokvanan re bi coşek mezin hat pîrozkirin.   Bi hezar salan e ji aliyê Kurdan ve serê salê roja 13’yê çileyê bi 14’ê ve dide girêdan tê qebûl kirin û tê pîrozkirin. Ev salnameya Rojê yan jî Julien koka xwe digihîje heya Sumer û Babîlan. Kurd di vê rojê de li gor çanda xwe pîrozbahiyan li dar dixin. Komeleya Lêkolîn û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û mala Çandê Dîcle û Firatê bi boneya berdewamkirina vê çandê li avahiya Dîcle Firatê pîrozbahî li dar xistin. Avahiya pîrozbahî lê hatiye darxistin bi pankarta “Serê Salê Pîroz be” hat daleqandin. Pîrozbahiya ku di jimarek zêde de beşdarvanan tevlîbûne dengbêj, stranbêj, çîrokvan û helbestvan hunera xwe pêşkêş kirin. Guhdarvanan bi tilîlî, çepik, dirûşme û dîlanê re coşê mezintir kirin.   ‘Divê em dîroka xwe ji bîr nekin’   Bername bi axaftina vekirinê ya endamê Dîcle û Firatê Celal Ekîn re dest pê kir. Axaftvana bal kişand li ser girîngiya rojê û wiha gotin: "Em sersala Kurdan a nû pîroz dikin. Bi hêviya sala nû bibe sala aştî û wekheviyê. Ev roj wateyeke giran biha li xwe hilgirtiye divê em nedin ji bîrkirin.”   Dengbêjên bi navê Ayten û Feleknaz beriya stranan berz bikin li ser serê salê axivîn û wiha gotin: “Ziman û çand hebûna me ye. Ji bo parastin û pêşvebirina vê hebûnê divê em têbikoşin. Bi taybet li vir erka dikeve li ser mile dayikan gelek e. Bila zarokên me klam, dengbêj û çîrokên kurdî guhdarbikin. Bila zarokên me bi zimanê xwe bi dîroka xwe re jiyanek resen a kurdî bijîn."   Zarokan di bernameyê de cih girtin û çîrokên kurdî bilêv kirin. Stranbêjên bi navê Ahmet Jiyara, Azad Bedran jî bi klaman pîrozbahiyê bi coş kirin.   Çalakî bi dîlan û dirûşmeyên re bi dawî bû.