Li Helebê pêşengeha wêneyan 2020-01-11 16:06:33   HELEB - Bi pêşentiya ciwanên şoreşger a Helebê pêşengehek bi dirûşmeya "Bi tolhildana şoreşgerî em ê Serok Apo rizgar bikin û dagirkerî têk bibin" hat li dar xistin.   Tevgera Ciwanên Şoreşger a Helebê bi dirûşmeya "Bi tolhildana şoreşgerî em ê Serok Apo rizgar bikin û dagirkerî têk bibin" pêşengehek li taxa Şêx Meqsûd a Helebê li navenda tevgera ciwanên şoreşger li dar xistin. Di pêşengehê de sazî û dezgehên sivîl amadebûn. Wêne û tablo ji aliyê xwendekar û şêwekarên jin li ser berxwedaniya gel hatibûn xêz kirin hatin pêşandan. Her wiha dê ev pêşengeh du rojan bidome.    Di pêşangehê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Bêrîvan Îbîş axivî û wiha got: "Em spasiya xwendekar û şêwekarên ku vê pêşengehê li dar xistine dikin. Armanca me ji vê pêşengehê, berxwedana gel li hember êrîşên dagirkeriyê ye. Hemû wêneyên ku hatine xêz kirin êşa zarok, jin û komkujiyên ku pêkhatine pênase dike. Her wêneyek çîrokekî wê heye."   Herî dawiyê ji bo şêwakar û xwendekarên ku wêne xêz kirina xelat hat dayîn.