DÎSA-DER: Em ê li her derê zimê xwe biparêzin 2020-01-11 09:08:50   WAN - Bi destpêkirina pergala perwerdehiyê ya nû re Komeleya DÎSA-DER’ê ji lez dan xebatên xwe. Têkîldarî bernameya saziyê ya îsal rêvebir û mamosteya DÎSA-DER’ê Guneş Oymen Korkmaz axivî û got ku ew ê li her derê zimanê xwe biparzin.     Li Tirkiyeyê piştî darbeya leşkerî a 15’ê tîrmeha 2016’an de, hikûmeta AKP’ê di 20’ê tîrmeha 2016’an de Rewşa Awarte (OHAL) îlankir  û bi KHK’yan gelek saziyên  rêxistinên civaka sivîl girtin. Yek ji van rêxistinên civakî ya ku  bi KHK’yan hat girtin jî KURDÎ-DER bû. Li Wanê jî piştî girtina Kurdî-DER'ê DÎSA-DER vebû. DÎSA-DER xebatên xwe yên li ser ziman tevî hemû astengiyan didomîne. Bi destpêkirina pergala perwerdê ya nû ku li saziyê hat destpêlkirin, perwerdehiya ziman û qeydên ji bo perwerdê jî hatin destpêkirin.  Der barê bernameya perwerdehiyê  ya nû de rêvebir û mamosteya kurdî Guneş Oymen Korkmaz axivî. Guneşê diyar kir ku xwedî derketina li ziman,xwedî derketina li hebûna xwe ye û bang li hemû kesî kir ku xwedî li zimanê xwe yê dayîkê derkevin.    'Em ê zimanê xwe biaxivin û biparêzin'   Guneşê bal kişand ser  girîngiya avakirina DÎSA-DER’ê û got ku ne tenê li saziyan divê li her derê zimanê dayîkê bê axiftin û parastin. Guneşê bi lêv kir ku tekoşîna herî mezin têkoşîna ji bo parastina zimanê dayikê ye û wiha nirxandin kir:" Piştî girtina Kurdî-DER’ê me pêwîstî dît ku em li şûna wê saziyek din vekîn. Ji ber ku ziman nasnameya me ye. Divê li her qadên jiyanê em ziman zindî bihêlin. Ger tekoşîna tê dayîn bi zimanê xwe neyê kirin qels dimîne. Ji ber wê ji hewce ye ku em zêdetir li  zimanê xwe xwe derkevîn. Ne tenê li malan divê li nexweşxaneyan,şaredariyan, dibistanan û kargehan li her qadên jiyanê em bi zimanê xwe biaxivîn. Ev jî li dijî qirkirina zimanê dayîkê parastina herî bi nirxe.”   ‘Em ê hem pola jinan û hem ji pola zarokan vekîn’   Guneşê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî bernameya perwerdehiyê ya nû kir û got ku ew îsal dixwazin bi bernameyên cûr bi cûr xwe bigihîjinin xwendekaran û wiha dom kir:” Saziya me ne tenê li ser ziman, di heman demê de li ser çand û hûnera kurd jî xebatan dide meşandin. Qeydên me yên îsal dest pê kirin. Ji bo pirjimariya polan wê qeydên me her dem hebin. Em di dawiya vê heftiyê de em ê hem pola jinan û hem jî pola zarokan vekin. Ji ber ku bingeha ziman jin e. Em ji dixwazin bi bernameyên wisa xweser di warê ziman de dayikên xwe bi rêxistin bikîn. Dibêjin ku zimanê kurdî li ber mirinê ye. Ez tevlî vê gotinê nabim. Zimanê kurdî ne li ber mirinê ye,zimanê kurdî nexweş e. Dema  ku me parastina ziman kir ji xwe ziman dimîne. Lê dema ku ziman hişê te,laşê te û civaka te terik kir wê demê ne hêjabûna te dimîne ne ji tu êdî tu yî. Ji ber wê divê em bi zimanê xwe hebin û bi zimanê xwe tebikoşîn.”   ‘Divê kurdî axaftin xala me ya sereke be’   Guneşê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji rêxistinkirina zimanê dayîkê jin berpirsyar in û ev tişt got:” Ji  axaftina ziman jin berpirsyarin. Di warê ziman de nakokiyên me jinan pir zêde hene. Ji bo rêxistinkirina ziman berpirsyariya herî mezin dikeve ser milên jinan û dayîkan. Lê em di pêkanîna vê berpirsyariyê de pir qels dimînin. Dema ku jin bi kurdî neaxivî civak ji asîmîle dibe. Divê kurdî axaftin xala me ya sereke be. Ji ber wê ez bi taybetî  bang li jinên kurd dikim ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Tiştê ku me dike em zimanê me ye.”