Komxebata 1'emîn a Tora Ziman û Çandan sibehê dest pê dike 2020-01-10 12:29:39   AMED - Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan sibê bi dirûşma "Em bi ziman û çanda xwe bijîn" dest pê dike. Ew ê tor bi 12 temayan were nîqaşkirin û di komxebatê de ew ê nexşerêyek bê diyarkirin.   Tora Ziman û Çandan di 11-12’ê Çileyê de li Sûr a Amedê li Demîr Otelê, Yekemîn Komxebata xwe bi dirûşma "Em bi ziman û çanda xwe bijîn" li dar dixe. Di dawiya vê hefteyê di 11-12'ê Çileyê de bi beşdarbûyîna 250 kesan civînek ew ê bê çêkirin. Di civînê de ew ê li ser nexşerê û rêziknameya torê nîqaş bên kirin.