Songul Altinkaynak pirtûka xwe ya sêyem derdixe 2020-01-09 09:36:55   WAN - Helbestkar Songul Altinkaya ku helbesta xwe ya yekem di 11 salî de nivîsiye, niha bi pirtûka xwe ya sêyem derdikeve pêşberî xwendevanan.   Songul Altinkaynak (60) di 11salî de dest bi nivîsandina helbestê dike û di 6’ê Gulana 1972’an de roja Denîz Gezmîş û hevalên wî tên qetilkirin, helbesta xwe ya ewil dinivîse. Songul ya li Wanê tê dinê û piştre li Stenbolê bi cih dibe, tu car dest ji helbestê bernade û di temenê biçûk de dest bi nivîsandinê dike. Pirtûka xwe ya ewil jî bi helbestê xwe yên wê demê derdixe.   Songulê got: “Min helbesta ewil di 11 salî de nivîsî. Roja ku Denîz Gezmîş û hevalên xwe hatibûn qetilkirinê. Di radyoyê de me nûçe gûhdar kir. Mala me wek şînê bû. Qêrîna bavê min kezeba min şewitand. Mİn wê rojê dest bi nivîsê kir. Pirtûka min ya ewil jî ji helbestên min yên temenê zarokatiyê pêk tê. Ez nivîsên xwe ji dil dinivîsim. Min pirtûka xwe ya duyem ‘Helbestên Tehma xwe derbas kirine’ bi mahlaya ‘Gulvanî’ nivîsî.   ‘Divê em dest bidin hev û têkoşînê mezin bikin’   Songulê di berdewamiya axaftina xwe de got niha wê bi pirtûka xwe ya sêyemîn derkeve pêşberî xwendevanan û wiha dawî lê anî: “Ez wek jinekê girîngiyê didim têkoşîna jinan. Divê jin di her qadê de cih bigirin. Bi têkoşînê dikare pêşî li şîdeta li ser jinê bê girtin. Em wek jin divê li her qadê bin û dest bibin hev, têkoşînê mezin bikin.”