Nûrcan Delîl li Qoserê pirtûka xwe îmze kir 2019-12-30 12:11:44   MÊRDÎN - Bi pêşengiya Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê li Qoserê Nûrcan Delîl pirtûka xwe ya bi navê Risteyên Gazincbar îmze kir. Nûrcanê berî îmzekirina pirtûka xwe behsa çîroka nivîsandina helbestên xwe kir.    Do li Qoserê li Daktîlo Cafe ya Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, bi pêşengiya Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê, Helbestkar Nûrcan Delîl pirtûka xwe ya helbestê ya bi navê Risteyên Gazincbar îmze kir. Gelek nivîskar û helbestkar beşdarî roja îmzeyê bûn. Nûrcanê berî ku pirtûkên xwe îmze bike behsa wateya helbestê û berhema xwe û çîroka nivîsandina helbestê kir.    'Min xeyalên zarokatiya xwe nivîsand'   Nûrcanê anî zimana ku zarokatiya wê bi xemgînî derbas bûye û wiha got:"Helbest hunera ku divê ji dil bê. Min bi bandora evînê dest bi helbestê kir. Min xeyalên zarokatiya xwe jî nivîsand. Çimkî zarokatî neynika jiyana mirovan e. Di temenekî biçûk de ez bûm şahidê bûyerên hat serê dayik û dapîra min. Min xwest ez çîroka wan jî bikim helbest. Rola helbsetê ji ber ku di afirandina nivîsandinê de pir girîng e loma min helbest tercîh kir."   Piştî axaftina Nûrcanê bi dawî bû şûnde pirtûkê xwe îmze kir. Bi îmzekirina pirtûkan bername bi dawî bû.