Pirtûka helbestan a li ser komkujiya Roboskê derket 2019-12-30 10:57:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka helbestan a li ser komkujiya Roboskê ya bi navê Robozik hat çapkirin. Pirtûk ji 26 helbestên helbestkarên cuda yên jin û mêr pêk tên.    Di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bombebarana dewleta tirk de 34 kes li Gundê Roboskê yê Qilêbana Şirnexê hatin qetilkirin. Pirtûka helbestan a li ser komkujiya Roboskê ya bi navê Robozik di salvegera komkujiya Roboskê de hat çapkirin. Pirtûk ji 26 helbestên helbestkarên cuda yên jin û mêr pêk tên. Her wiha helbestên helbestkarên jin ên wekî Fatma Taşli Tûnç, Roza Metîna, Sevgul Şaşmaz, Încî Egîd, Sultan Yaray, Ronahî Farqînî di nava pirtûka 'Robozik' cihê xwe girt. Pirtûka Robozik ji aliyê Nivîskar û Helbestkar Mehmet Saît Arzû ve hat amadekirin.    Ji bo berga pirtûka bi navê 'Robozik' wêneyê ji aliyê Nûçegîhana me Medya Uren ve hatibû xêzkirin, hat bikaranînin.