Li Êlihê panela di wêjeyê de jin hat lidarxistin 2019-12-29 10:16:00   ÊLIH - Di çarçoveya bernameya  Rojên Demsala Wêjeyê ya Batmanê de ku ji aliyê Şaredariyê Êlihê ve tê lidarxistin li Êlihê panela di wêjeyê de jin hat lidarxistin.   Li Êlihê 2’yemîn Rojên Demsala Wêjeyê ya Batmanê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Senê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto û Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) tê organîzekirin, li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê dest pê kiribû dewam dike. Di çarçoveya bernameya  Rojên Demsala Wêjeyê ya Batmanê de ku ji aliyê Şaredariyê Êlihê ve hat lidarxistin li Êlihê panela di wêjeyê de jin hat lidarxistin. Di panelê de di destpêkê de Sultan Yaray li ser mijara di wêjeyê de helbest û jin axivî. Piştre Roza Metîna li ser mijara Wêje û jinê, Herdem Merwanî li ser Wêje û Zindan û herî dawî Xecê Şen li ser mijara di wêjeyê de zayendperestî axivî. Moderatordaya panelê ji aliyê Dîlan Aydin ve hat kirin.    'Divê jin di nava çar dîwaran de asê neyên hiştin'   Sultanê bal kişand ser zextên ku di qada wêjeyê de li ser jinê tê kirin û wiha got:"Helbest jinê azad dike. Jinê ji bo helbestê û wêjeyê têkoşînek mezin daye. Ev têkoşîn ji aliyê mêran ve nehatiye xwestin ku bê dîtin. Loma jin her dem bi zextên cur be cur rû bi rû hatine hiştin. Loma ji bo jin li ser piya bimînin divê di nava çar dîwaran de asê neyên hiştin. Çimkî jin e ya ku wêjeyê geş dike û civakê pêş dixe. Ji bo pêşketina jinê em ê her dem li berxwe bidin."   'Wêje bi teşiya jinê tê rêsandin'   Rozayê jî anî ziman ku jinê di rêya wêjeyê de kedek mezin daye û wiha got:"Gelek navên jinên ku di warê ziman û wêjeyê de kedek mezin dane hene. Lê gelek kes bi van navan nizanin. Ji ber ku bi salan e ji ber zihniyeta baviksalarî keda jinê hatiye binaxkirin. Rengên tundiyê di heman demê de xwe dispêre zayendperestiyê. Hemû têgehên namûsê ji ser bedena jinê tê meşandin. Ji ber ku heta niha jî ev zext û zordestiya li ser jinê dewam dike loma jin di qada wêjeyê de zêde derneketiye pêş. Lê her dem wêje bi teşiya jinê tê rêsandin."   'Gelek jinî helbest û çîroka xwe ya yekem li zindanê nivîsandine'   Herdem Merwanî jî bal kişand ser mijara wêje û zindan û wiha got:"Jinên di zindanan de tu carî serî netewandin. Wan her dem zindan ji xwe re kirin qada zanînê. Gelek jinî helbest û çîroka xwe ya yekem li zindanê nivîsandine. Xwe di zindanê de perwerde kirine. Xebatên di qada wêjeyê de li zindanê kirine. Loma di wêjeyê de divê em her balê bikşînin ser mijara Wêje û Zindanê. Ji ber ku dema em behsa wêje û zindanê nekin ew ê, wêje kêm bimîne."   ' Gotinên zayandperest zirarê dide wêjeyê û civakê'   Herî dawî Xecê Şen behsa mijara di wêjeyê de zayendperestiyê kir û wiha got:"Di wêjeyê de zayendperestî mijarek girîng e. Dema em lê dinêrin hem di wêjeyê de hem jî di nava civakê de gotinên zayendperest pir tên bikaranîn. Gotinên mîna 'Bûka biçûk','Biratiya gelan','Xwedê birayê te bihêle' û hwd. gelek in. Dema ev gotinan tên bikaranîn ev li ser binhişiya civakê jî gelekî bandorek neyînî dike. Divê em di her qadê de xwe ji zimanê zayendperest dûr bixin. Gotinên zayandperest zirarê dide wêjeyê û civakê."   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.