Komkujiya li girtîgehê bi ‘Daîma’ re bû romana grafîk 2019-12-29 09:25:55   STENBOL - Komkujiya ku di navbera 19-22’ê Kanûna 2000’î de li girtîgehan hat jiyîn ji aliyê xêzkar Sena Şat ve bi navê ‘Daîma’ bû romana grafîkê. Roman li ser karakterên Mavî û Eylulê diçe û hemû tiştên hatine jiyîn jî bi hemû zelaliya xwe dertê pêşberî xwendevanan.   Komkujiya ku di navbera 19-22’ê Kanûna 2000’î de li girtîgehan hat jiyîn ji aliyê xêzkar Sena Şat ve bi navê ‘Daîma’ bû romana grafîkê. Xêzkar Sena Şat ev demek xêzên wê di kovara Onsoz de tên weşandin û ji çavê girtiyên jin komkujî bi xêzan tê vegotin û wek romana grafîkê diçe ber destê xwendevanan. Di çîrokê de pêvajoya beriya 19’ê Kanûnê jî tê vegotin.   Xêzkar Sena Şat ku beriya 19’ê Kanûnê hîna zarok bû, diyar dike ku di her malbatê de girtiyek-girtîyekî siyasî heye û diyar dike ku beriya 19’ê Kanûnê diçûn hevdîtina xizmekî xwe yê di girtîgeha Bayrampaşayê de. Sena wiha dibêje: “Temenê min wê demê biçûk bû lê hestên wan li ser min bandor kir hîna hene. Bi taybet koguşa jinan bandorek mezin li ser min kiribû. Wek xaniyekî mezin bû, gelek jin ligel hev dijiyan. Qada hevpar a xebatên wan hebûn.”   ‘Kes ji ber tweetekê tên darizandin’   Senayê bi lêv kir ku koguşa ku xizma wê lê dima, di komkujiyê de bi awayekî hovane hatiye gulebarankirin û di koguşê de hinek kes miribûn hinek jî birîndar bibûn. Senayê wiha got: “Wê demê em nexweşxane bi nexweşxane geriyabûn. Yên birîndar nîşanê me nedidan. Piştre xistin Tîpên F. Ji wir surgunê wir kirin. Em dîsa çûn hevdîtinê. Îro tiştên kur mirov dijîn gelek cuda ne. Li vî welatî îhtîmala ku her kes siyasî be gelek bilind e. Îro mirov tenê ji ber tweetekî tên darizandin.”   Pirtûkên bi navê ‘Ji kurê min re çîrok’, ‘Rewşa Geziyê ya Serhildanê’ jî hene. Senayê bi lêv kir ku Daîma her tim di hişê wê de hebûye û got: “Sê sale di kovara Onsuz de xebata min ya Daîma tê weşandin. Ji 11 beşan pêk tê. Me beşa dawî weşand. Me beşa dawî xist pirtûkê.”