‘Yek ji sedema kuştina jinan rêzefîlmên ku tundiyê rewa dikin e’ 2019-12-27 09:08:15   Şehrîban Abî   WAN - Derhêner Betul Gokçer û lîstikvan Ezgî Yildiz diyar kir ku dîmenên di fîlm û rêzefîlman de tên nîşandan, şîdetê rewa dikin û her wiha diyar kirin ku yek ji sedemên kuştinên jinan jî ev dîmen in.   Derhêner Betul Gokçer ku bi salane di şanoya dewletê de dilîze û lîstikvan Ezgî Yildiz, der barê dîmenên şîdetê yên di fîlm û rêzefîlman de û li dijî vê dikare çi bê kirin de axivîn.   Ezgî Yildiz 18 sale di şanoyên dewletê de dilîze û niha di lîstika ‘Kawşaxa Hêviyê’ de rol girtî ye. Lîstik têkoşîna sê jinan vedibêje. Ezgiyê bi lêv kir ku jin li dijî zîhniyeta serdest a mêr têdikoşin û got divê jin li dijî şîdetê têbikoşin.   ‘Ji bo reytîngan cih didin sahneyên şîdetê’   Ezgiyê bi lêv kir ku di gelek rêzefîlmên televîzyonan de şîdeta li ser jinê cih digire û dîsa piranî jin wek ‘kesên zarokên xwe terk dikin’, ‘li pey listikan e’ û ‘kesên nebaşin’ tên nîşandan û got: “Ev wek tiştên normal tên nîşandan. Gelek ji van mînak tên girtin. Divê pêşî li vê bê girtin. Ji bo reytîngan dîmenên wisa cih girtin. Li Tirkiyeyê rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Televîzyon di vê mijarê de gelek bi bandore. Di mala her kesî de televîzyon heye. Dîmenên di fîlman de hemû mînakên şîdetê ne. Ji ber vê divê pêşî li sahneyên şîdetê bê girtin.”   ‘Divê cih bidin têkoşîna jinê’   Betul Gokçer jî 30 sale lîstikvanî û derhêneriyê dike û di şanoya dewletê ya Wan û Enqereyê de dilîze. Betul ku piranî lîstikên derbarê jinan de dinivîse diyar kir ku divê jin zêdetir li ser sahneyan cih bigirin û got: “Divê sahneyên ku şîdetê rewa dikin ji fîlm û rêzefîlman bên derxistin. Divê têkoşîna jinan ya piştî şîdeta dibîne bê nîşandan.”