‘Divê jin bi zimanê xwe binivîsin’ 2019-12-25 09:05:35   Berîtan Canozer   AMED - Nivîskarên jin ên Kurd diyar kirin ku divê jin bi zimanê xwe binivîsin û gotin: “Em gelek dîroka xwe ji kesên di paşerojê de şopa hiştine fêr bûn. Divê em jî niha ji zarokên xwe re tiştekî bihêlin. Komelebûn jî di warê pêşketina zimanê dayikê de gelek girîng e.”   Bi tevlîbûna helbestkar, nivîskar, senarîst, edîtor, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên partiyên sivîl û rêxistinên civaka sivîl di 3’ê Mijdarê de ‘Komxebata Jin û Nivîskariyê’ pêk hat û di 10’ê Mijdarê de encamname hat aşkerakirin. Di encamnameyê de damezrandina Platforma Pênûsa Jinan a Mezopotamyayê hat îlankirin û nivîskarên jin ên jin ji bo komeleyê ava bikin diyar kiribûn ku wê xebatan bimeşînin. Seroka Komeleya di destpêkê de Zarok Cevahîr Sadak ya di nava xebatên zimanê Kurdî de jî cih digire û nivîskara Kurd û rojnameger Roza Metîna nirxandin kirin.   ‘Divê em ji zarokên xwe re tiştekî bihêlin’   Cevahîr Sadak bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û da zanîn ku divê ewil zarok bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û got divê tu zarokên Kurd ji nasnameya xwe qut mezin nebin. Cevahîrê wiha berdewam kir: “Em vê jî bi vegotina dîroka xwe bi jiyînaa nirxên xwe dikarin bi ser bixînin. Zarokên me divê nivîskarên Kurd û pirtûkên Kurd bizanibin. Em gelek dîroka xwe ji kesên paşerojê yên tişt li pey xwe hiştine fêr bûn. Niha divê em jî ji zarokên xwe re tiştekî bihêlin. Li ser zimanê Kurd êrîşên cidî û polîtîkaya asîmîlasyonê tê meşandin. Girîngiya nivîskarên jin ên Kurd mezintir e. Di dîroka me de gelek nivîskarên jin, helbestkar hene lê em civak wan nas nakin û naxwînin. Niha platformek hat avakirin û em hemû parçeyek vê platformê ne. Nivîskarên jin biryara mezinbûn û belavbûnê girtin û wê hem nivîskarên Kurd bidin nasîn û hem jî jinan teşwîqê nivîsandinê bikin. Der barê vê de wê projeyan bikin meriyetê.”   ‘Avakirina kolemeyê gelek girîng e’   Nivîskar û rojnameger Roza Metîna jî destnîşan kir ku ji bo civak pêş de biçe û pêşerojê li ser esasên saxlem ava bike, ji bo xwedî li nasnameya xwe derkeve, wêje û zimanê dayikê gelek girîng e. Rozayê her wiha bi lêv kir ku di nokteya parastina nasname û pêşxistina ziman a heta îro de rola jinan gelek girîng e û wiha bal kişand ser nivîskarên jin: “Ev mijareke ku divê her tim di rojevê de bê girtinê ye. Li ser girîngiya nivîskarên jin ên Kurd sekinandin, tê wateya li ser dîroka Kurd sekinandinê ye. Jinên navdar ên wek Mestûre Kurdistanî, Dayê Tewrêza Hewramî, Rihan Xanima Lorîstanî hîmê dewlemendiya îro avêtine. Dema me ev platform ava kir, armanca me ya esas ev bû ku, berhemên nivîskarên jin ên Kurd bi civakê bê nasîn û berhemên wan bên xwendin bû.”   ‘Em ê dest bi xebatan bikin’   Rozayê her wiha bi lêv kir ku divê dengbêjin jin ên Kurd jî neyên jibîrkirinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo em di riya helbestkar û nivîskarên jin ên Kurd de pêş bikeve û di bin sîwaneyekê de bên cem hev, komelebûn nokteyeke pir girîng e. Divê ji bo komelebûnê hinek pêngav bihatana avêtin. Me ji bo vê pêngava ewil avêt. Di pêvajoya pêş de ji bo avakirina komeleyê em ê xebatên pêwist bikin.”