Nivîskar Gulgeş Deryaspî ya girtî bû mijara Kovara Forfattaren 2019-12-24 13:56:15   NAVENDAN NÛÇEYAN - Endama PEN a Kurd Nivîskar Gulgeş Deryaspî ya girtî bû mijara Kovara Fermî ya Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Siwêdî, Forfattaren (Nivîskar).   Endama PEN a Kurd Nivîskar Gulgeş Deryaspî ya ku di 25'ê Tîrmehê de li Tetwanê hat binçavkirin û di 30'ê Tîrmehê de bi angaşta 'Endamtiya rêxistinê' hat girtin, bi alîkariya rêveberên PEN a Kurd bû mijara hejmara 4'emîn a Kovara Fermî ya Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Siwêdî Forfattaren (Nivîskar). Di hejmara 4'emîn de bi taybetî nivîskar û rojnamegerên cîhanî yên bi zext û gefxwarinê rû bi rû tên hiştin, bûn mijar. Ji Rêveberiya PEN a Kurd Dilşa Yûsûf a ku li Siwêdê dimîne diyar kir ku ji bo piştgiriya nivîskar û wergervanên cîhanî cîhgirtina mijara Gulgeş Deryaspî ya di Kovara Fermî ya Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Siwêdî, mijareke girîng e.    Bi alîkariya rêveberên PEN a Kurd ji aliyê Nivîskarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Xazî Elî yê li Siwêdê dijî û di heman demê de nivîskar û endamê Kovara Fermî ya Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Siwêdî Forfattarenê ye, berhem, jiyan û girtina Nivîskar Gulgeş Deryaspî di Kovara Fermî ya Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Siwêdî Forfattaren de cihê xwe girt.    'Hêviya me ew e ku li her welatekî însiyatîfek bê avakirin'   Ji rêveberiya PEN a Kurd Dilşa Yûsûf a ku li Siwêdê dijî diyar kir ku divê zext û zordestiya li nivîskar û rojnamegerên Kurd tên kirin li hemû cîhanê bên belavkirin û wiha got:"Ji bo em dengê nivîskar û rojnamegerên Kurd ên di zindanan de bigihêjin nivîskar û wergervanên cîhanî xebatên bi vî rengî girîng in. Ev yek ew ê bibe sedem ku mijara Gulgeş Deryaspî di nava nivîskarên Siwêdî de bibe dengekî baş. Em hêvî dikin ku bibe bingeha agahiyê ku hemû nivîskarên Siwêdî bi rewşa nivîskar û rojnamegerên Kurd ên di zindanên Tirkiyeyê de bizanibin. Bêtir bizanibin ku di nava çi zext û zordestiyê de dijîn. Ji bo piştgiriyê ev gavek girîng e. Hêviya me ew e ku li her welatekî însiyatîfek bê avakirin û bi zimanê wî welatî binpêkirina mafên nivîskar û rojnamegerên kurd li ser kovar, medya û hwd. bên weşandin. Da ku cîhan li dijî van zextên tên kirin û bûyerên nedirê de raweste. "