'Bi xêzkirina wêneyan êş, têkoşîn û dîroka jinê derdixim pêş' 2019-12-24 09:10:27   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Zeyneb Osman bi temenê xwe yê ciwan hest û xeyalên xwe bi xêzkirina wêneyan îfade dike. Zeynebê derbarê xêzkirina wêneyan de wiha got: "Wêneyê ku yekem min xêz kiriye, wêneyê Rêber Apo ye. Piştî min wêneyê Rêber Apo xêz kir, min hêzek pir mezin girt û êdî min berdewam kir."   Zeyneb Osman a 16 salî û ji Navçeya Raco ya Efrînê ye niha li Şehbayê bi cih bûye. Zeynebê hêstên xwe bi xêzkirina wêneyan parve dike. Di her wêneyekî wê de neqşek cuda heye.  Piştî êrîşên li ser Efrînê Zeynebê li gundê Xurnada ya Şehbayê bi cih bûye. Tevî ewqas êş, dev ji xêzkirina wêneyan bernedaye û her kêlîya xwe li ser pelên sipî wêneyan xêz dike. Zeynebê hêstên xwe yên xêzkirina wêneyan bi re parve kir.   'Her wêneyek li gor hest û fikrên xwe xêz dikim'   Zeynebê di derbarê meraqa xwe ya li ser xêzkirina wêneyan wiha parve kir: "Di temenekî biçûk de meraqa min li ser xêzkirina wêneyan hebû. Bi xwesteka xwe ez fêrî xêzkirina wêneyan bûm. Hezkirina min a neqişandina wêneyan gelek e. Her wêneyek li gor hest û fikrên xwe xêz dikim. Niha jî malbata min ji bo xêzkirina wêneyan pişgirîyê dide min, ev yek jî min kêfxweş dike."    'Çi çalakiyên wênexêzî hebe, ez beşdar dibim'   Zeynebê destnîşan kir ku ew tevlî pêşengeha wêneyan bûye û li wir jî serkeftî bûye  û wiha domand: "Ez yekem car tevlî pêşengeha xwendekarên Efrînê bûm û bi ser ketim. Piştî ez li pêşengehê bi ser ketim  min hêz girt û meraqa min li ser xêskirina wêneyan zêdetir bû. Çi çalakiyên wênexêziyê hebe ez beşdar dibim û wêneyên xwe diyarî jî didim."    'Piştî min wêneyê Rêber Apo xêz kir, hêzek pir mezin min girt'   Zeynebê diyar kir ku wêneyên wê li ser dîrok, berxwedan û êşa jina kurd e û wiha pê de çû: "Wêneyên min piranî li ser êş, berxwedan û dîroka jina kurd e. Ez her tim dixwazim êşa jin û çîrokên wê derxim pêş. Wêneya ku yekem min xêz kiriye, wêneyê Rêber Apo ye. Piştî min wêneyê Rêber Apo xêz kir min hêzek pir mezin girt û êdî min berdewam kir."   'Bi xêzkirina wêneyan em ê berxwedan û dîroka jina kurd derxînin pêş'   Zeynebê xwesteka xwe wiha parve kir: "Em weke zarokên Efrînê berxwedan û dîroka jina kurd bi rêya wêneyên xwe derxînin pêş û bi cîhanê re parve bikin. Divê her zarokek li gel xwendina xwe ji xeyalên xwe re jî demê veqetîne."