Jinên ciwan ên sînemayê bi piştevaniyê fîlmên xwe dikşînin 2019-12-22 09:20:47   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Civaka Sînemavanên Civakî ya Zanîngeha Çukurovayê, bi piştevaniyê îmzeyê davêjin xebatên girîng. Bi piştgiriya civakê, derhênerên jin yên ciwan ku fîlmê xwe dikşînin wiha gotin: “Ger di hişê we de fîkrek we hebe, tu car tiştên neyînî nekin pirsgirêk. Bi mirovên rast re bixebitin.”   Xwendekarên Beşa Sînema Televîzyon Radyoyê ya Zanîngeha Çukurovayê, bi piştevaniyê Civaka Sînemavanên Civakî ava kirin û bi vê re gelek belgefîlm û kurtefîlmên serkeftî çêkirin. Devran Şîmşek ya xwendekara pola sêyemîn e, yek ji endamên civakê ye û fîlmê Seyîrcî(Temaşevan) jî bi piştevaniyê kişand. Devranê bi lêv kir ku ji bo piştgiriyê serî li gelek cihî daye, lê ji tu derê piştgirî negirtiye û got: “Min bi ekîba xwe re gelek zehmetî derbas kirin. Mînak beriya kişandina fîlm ji bo piştgiriya ekîpmanê bê dayîn me gelek hewl da. Lê ji tu derê piştgirî nehat. Bi saya Civaka Sînemavanên Civakî me ev zor û zehmetî çareser kir.”   ‘Di sînemayê de jin şert e’   Devranê bi lêv kir ku armanca wan ev e ku mirov li dijî bûyerên civakî bibin yek û wek temaşevan nemînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sektora me sektoreke serdest a mêr e. Di salên dawî de em dinêrin ku jin di vê sektorê de pêngavên xurt davêjin. Gelek serkeftinan bidest dixin. Dema ku min fîlmê ‘Seyîrcî’ kişand, min ev hêz bixwe re hîs kir. Nasnameya jinên li ser projeyan gelek bi bandor bû. Pêvajoya mîhrîcana fîlman jî berdewam dike. Ji ber nûçeyên min dixwendin û dibihîstin bi bandor bûm. Min li ser vê got ez tiştekî bikim. Li ser vê min biryara kişandina fîlm girt. Çi dibe bila bibe divê mirov şûnde gavê navêjin. Divê derhênerên jin li ber xwe bidin.”   ‘Fikr ya min fîlm yê civakê’   Ebru Fanzîn ya xwendekara pola sêyemîn jî fîlmê bi navê ‘Maruf’ kişand. Ebruyê da zanîn ku ew her tim rastî pêşdaraza ‘jin nikare bike’ hatiye û got: “Li hember min gumanên wekê fîkr ya te ye pêk hatin û gotin tu nikarî tiştekî wisa bifikirî. Di vê navberê de damezrînerên Sînemavanên Civakî ligel min cih girtin û ji bo kişandina fîlmê jî ji min re bûn alîkar. .Ji ber jin bûm gelek kêfxweş bûn. Her tim min motîve kirin. Di fîlman de banga ji bo civakê girînge. Wek jinekê pêkanîna vê gelek girînge. Di hişê we de fikrek hebe beyî teredut bikin.”