Bi hunera destên xwe, dibe afirînera jiyanê 2019-12-19 09:05:01   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Jina bi navê Stêrvan Ebdo ya ku ji morîkan berhemên cuda çêdike wiha got: "Ez dixwazim vegerim mala xwe û mala xwe ya hilweşiyaye bi berhemên destên xwe bixemlînim."   Koçberbûna gelê Efrînê li hember domandina jiyana wan nebûn astend. Her çiqas êşa koçberiyê giran be jî jiyana xwe bi her awayî didomînin. Di taybetmendiya jinê de afirînerî li pêş e. Jina bi navê Stêrvan Ebdo ya 20 salî ye ji navçeya Şêrewa ya Efrînê ye û niha li kampa Serdemê bi cih bûye. Keçek Stêrvanê heye. Stêrvanê bi hunera destên xwe ji morîkan berhemên curbecur diafirîne.    'Hunera xwe bi destên xwe pêş dixim'   Stêrvanê bal kişand ser hunera xwe û wiha domand: "Bi morîkan bazin û gerdane çêdikim. Ev karê hunerî min ji 14 saliya xwe de dest pê kiriye. Li Efrînê derfet gelek bû, ji bo wê me gelek hunerên cuda derdixist pêş. Ez ji vî karî pir hez dikim, ji bo wê her didomînim. Ez derzî, ta û morikan tînim û bi destê xwe hunera xwe pêş dixim."   'Konan jî neqiş dikim'   Stêrvanê diyar kir ku li gor derfetên xwe hunera xwe pêş dixe û wiha pê de çû: "Ez rojê 4 bazinan çêdikim. Her bazinek di 2 saetan de çêdibe. Li vir li gor xwesteka kesan kar dikim û li gor derfetên xwe jî difroşim. Ji bataniyê jî gelek neqşên cuda çêdikim, yên ku daxwaz dikin diçim konê wan jî neqiş dikim. Di heman demê de ji bataniyan çente jî çêdikim."   'Dixwazim mala xwe ya hilweşiyayî bixemilînim'   Stêrvanê herî dawî daxwazên xwe wiha bi lêv kir: "Xwesteka me tenê vegera Efrînê ye. Ez dixwazim vegerim mala xwe û bi destên xwe mala xwe ya hilweşiyayî bixemlînim."