‘Em dixwazin muzîka Kurdî ji nû ve bi bîra ciwanan bixin’ 2019-12-18 09:15:05     Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ku di rojên borî de hat vekirin xebatên xwe didomîne. Hîndekarên komeleyê wiha gotin: “Armanca me ev e ku, muzîk û çanda Kurd a ku hewl tê dayîn bên jibîrkirin, bi ciwanan bê bi bîr xistin.”   Bi qeyûman re li bajarên Kurdan di nava saziyên hatin girtin de saziyên çandî jî cih digirin. Li Mêrdînê di rojên borî de Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê hat vekirin û xebatên xwe didomîne. Komeleya ku li Qoserê hat vekirin, gelek hîndekarên wê hene û bi dehan xwendekar jî perwerdehiyên lîstikên gelêrî û estrumanên muzîkê digirin. Komele ji roja hatiye avakirin, rastî eleqeyeke mezin a ciwanan tê.   ‘Em dersê didin sedan xwendekarî’   Hîndekara komeleyê Nesrîn Unay Ozel, got komele di alî muzîkê de ji bo xwe bigihîne zêdetir ciwan û zarokî hatiye vekirin û got: “Di dema qeyûman de gelek saziyên çandî hatin girtin. Bi girtinan re tevî astengiyan, me bi alternatîfên nû xebatên xwe berdewam kir. Di çarçoveya van xebatan de me Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê vekir. Em qursê didin zarok û ciwanan. Gelek qursên ku gîtar, erbane, dahol û govend jî tê de, hene. Qursên me ji aliyê mamosteyên hoste ve tên dayîn.”   ‘Dixwazin dîrok û muzîka Kurdî bidin jibîrkirin’   Nesrînê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di demên dawî de bi zextên ku tên kirin hewl tê dayîn muzîka Kurdî bê jibîrkirin û got: “Armanca me jî ev e ku em nedin jibîrkirin. Armanca me ya herî mezin ev e ku em muzîka Kurdî ji nû ve nîşanî gel bidin. Xebatên me di vî alî de dimeşin. Em dixwazin vê hişmendiyê bi zarok û ciwanan re bidin pêşxistin.”   ‘Bila ciwan dema xwe li vir binirxînin’   Mamosteya Govendê Giymet Ozge jî wiha got: “Bila ciwanên Mêrdînê dema xwe bi hunerê derbas bikin. Em li vir gelek qursan didin. Ji bilî qursên komeleyê ekîbeke jinan jî heye. Ez mamosteya govendê me. Ne tenê ya jinan, ekîba me ya zarokan jî heye. Tevî me nû vekiriye jî eleqeya zarok û ciwanan gelek zêde ye. Bila ciwan bên vir û dema xwe li vir binirxînin.”