Ji xwendekaran pêşbirka xêzkirina wêneyan hat lidarxistin 2019-12-16 15:27:15   QAMIŞLO - Komîteya şopandina xêzkirina wêneyan bi alîkariya komîteya çalakiyan a bajarê Qamişloyê pêşbirka xêzkirina wêneyan li dar xist.   Komîteya şopandina xêzkirina wêneyan bi alîkariya komîteya çalakiyan a bajarê Qamişloyê bi armanca bilindkirina morelên xwendekaran pêşbirkek hat lidarxistin.  Xêzkirina wêneyan li ser sê astan pêk tê, 28 xwendekar bi temenê cuda tevlî pêşbirkê bûn. Pêşbirk li dibistana Mûsa Bin Nesîr hat lidarxistin.   Piştî xwendekar wêneyên xwe xêz kirin, Rêveberiya Komîteya çalakiyên a bajarê Qamişloyê Hêvîn Mihemed spasname radestî xwendekaran kir. Xwendekarên ku spasname standine navê wan wiha ye: Asta 1’emîn Şêrîn Silo xwendekara dibistana Ebdul Ehed Yûnan, asta 2’emîn Zîlan Hotî xwendekara dibistana Seyida Zeyneb û asta 3’emîn Dîlan Ferhad xwendekara Sati El-Hosî.   'Em xwediyê berhem û keda xwendekaran derdikevin'   Mamosteya şopandina xêzkirina wêneyan, Hemrîn Hiso li ser xêzkirina wêneyan wiha got: "Armanca me ji xêzkirina wêneyan ew e ku xwendekar bizanibin berhemên wan ji bo me girîng e. Em xwediyê berhem û keda xwendekaran derdikevin. Tevî ku xwendekar temenê wan biçûkin, lê gelek wêneyên xweşik û xwedî wate xêz dikin. Bawerî û hêviyên me ji zarokên me hene. Em serkeftin hemû xwendekaran re dixwazin."   'Ez jî dikarim bibim şêwekarek bi nav û deng'   Dîlan Ferhad di asta sêyem de pêşbirk serxist wiha axivî: "Ez gelek kêyfxweşim ku ez beşdarê pêşbirka xêzkirina wêneyan bûm. Bavê min şêwekare, ew min fêrî xêzkirina wêneyan kir. Herdem min dixwast ku ez bikaribim wêneyên mîna bavê xwe xêz bikim, niha jî ez xwesteka bavê xwe bi cih tînim. Ez jî wek jinek ciwan dikarim bibim şêwekarek bi nav û deng."