MA Muzikê ji bo pirtûka 'Me ji Stranan Pir Ava Kir' konser li dar xist 2019-12-14 10:51:55   AMED - Konsera ku MA Muzikê ji bo pirtûka 'Me ji Stranan Pir Ava Kir' li dar xist, eleqeyek mezin dît.    Li Amedê piştî Konservatuara Aram Tîgranê ya  ku bi dirûşma "Ji bo her kesî muzik, li her derê muzîk" dest bi xebatên xwe kir, MA Muzik xwedî wê taybetmendiyê ye ku yekem saziya perwerdeya muzika Kurdî dide. MA Muzikê pirtûkek bi navê "Me ji Stranan Pir Ava Kir" çap kirin. Di nava pirtûka stanan de stranên bi zaravayên Kurdî yên bi Kurmancî, Kirmanckî û Soranî cih digire. Her wiha di nava pirtûka stranan de stranên bi zimanê Ermenî û bi Tirkî bi tevahî 25 stran hene.    Konserê eleqeyek mezin dît   Konser li avahiya MA Muzikê pêk hat. Hinek stran ji aliyê zarokan hinek stran jî ji aliyê mezinan ve hatin xwendin. Konserê eleqeyek mezin dît.   Koordînatorê Akademiya MA Muzikê Şêrko Kanîwar anî ziman ku ew her sal bi projeyek nû derdivekin pêşberî muzikhezan û spasiyên xwe ji bo kesên ked daye pêşkeş kir.