Fîlmekî diyariyê dayikên berxwedêr hatiye kirin 2019-12-08 10:19:57   Nûdem Têkoşer   QAMIŞLO - Dîcle Arjîn, di fîlmê Berfîn ku derhêner Ozlem Arzeba kişandibû de karekterê jinek têkoşer dilîze got: "Em çîroka jinên Kurd yên tevî hemû zexmetiyan li ber xwe didin nîşan didin. Zarokên wan jî êdî di rêya wan de diçin. Ev têkoşîn bûye mîrateya dayikan a ji bo zarokên wan. Jin dema vî fîlmî temaşe bikin wê teqez ji xwe parçeyekê bibînin."   Dîcle Arjîn salên borî di Navenda Çanda Ciwanan ya Stenbolê de dest bi lîstikvaniyê kiribû. Ya ku jiyana wê guhert jî rola yek kesî ya ku karekterê rojnamegera Elman Ulrîke Meînhof lîstibû. Dîcle ku di fîlmê Berfîn de karekterê dayikek berxwedêr dilîze, diyar kir ku fîlmê ku tevî şertên zehmet kişandine, diyariyê dayikên berxwedêr dike.   Ekîba Sîne Çiya ku Halîl Dag damezrîneriya wê kiribû, di 2015’an de Dîcle Arjîn jî tevlî bû. Dîcle di fîlmê Berfîn ku derhêner Ozlem Arzeba kişandibû de karekterê jinek têkoşer dilîze. Dîcleyê der barê lîstikvanî û fîlmê Berfîn ku di mîhrîcanan de rastî eleqeyek mezin tê, ji ajansa me re axivî.    Dîcleyê, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têmaşekirina fîlmên Halîl Dag û wiha axivî: "Min bi salan fîlmên Halîl Dag temaşe kir. Min wêneyên gerîla û fîlmên gerîla bi saya Halîl Dag cara yekem dît. Dema di Sine Çiya de bicih bûm, ji bo sînemaya Halîl Dag bijî min cih girt.”   'Ji derhêner heta serlîstikvan piranî jin in'   Dîcleyê diyar kir ku ji senaryoya fîlmê Berfîn bigire heta derhêner, heta serlîstikvanan, piraniya ekîbê ji jinan pêk tê û got: “Ev di alî dîroka sînemayê de gelek girîng e. Di pergalê de bi îrade û fikra jinê fîlm nayê kişandin. Di tevgera azadiyê de jinên Kurd di her asta sînemayê de cih digirin. Jinên çîrokê dinivîsin, senaryoyê dinivîsin hene. Yên kamerayê bikar tînin hene. Lê mixabin di pergalê de sînema wek karê mêran tê dîtin. Senaryo, lîstikvan û çîroka Berfînê li dora jinan hatiye hûnandin.”   'Ez diyariyê dayikên berxwedêr dikim'   Dîcleyê bi lêv kir ku di fîlm de karektera Besta ku dayika Berfînê ye, dilîze û ev tişt bi lêv kir: “Çîroka dayika ku ez lîstim gelek bandor li ser min kir. Gelo dayikek çima neçar dimîne zaroka xwe bihêle? Di civaka Kurd de gelek çîrokên wisa hene. Senaryo ji çîrokên rastîn îlham hat girtin. Ev çîroka dayikên ku ji bo zarokên xwe êş kişandin û têkoşîna azadiyê dane ye. Besta jî şerê azadiya dayikek li gerîla vedibêje. Ez vî fîlmî diyariyê dayikên Kurd yên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane  dikim.”   'Hinek kesên di fîlm de lîstin niha najîn'   Dîcleyê der barê temaşevanên jin de jî wiha got: “Em çîroka jinên Kurd yên tevî hemû zexmetiyan li ber xwe didin nîşan didin. Zarokên wan jî êdî di rêya wan de diçin. Ev têkoşîn bûye mîrateya dayikan a ji bo zarokên wan. Jin dema vî fîlmî temaşe bikin wê teqez ji xwe parçeyekê bibînin. Di seta fîlm de rihê piştevanî û têkiliyan gelek kûr bû. Gelek ji wan cara ewil lîstikvanî dikirin. Me tecrubeyên xwe bi hev re par ve kirin. Pir zû fêr dibûn. Pêş diketin. Piştî fîlm veqetîna me jî pir zehmet bû. Hinek kesên di fîlm de lîstin niha najîn. Ez li hember wan jî rêzdarim.”   ‘Jinan fîstanên xwe dan ekîba fîlm’   Dîcleyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku beşek fîlm li Mexmûrê kişandin û gelê li kampê dijiyan jî lîstikvanî kirine û got: “Li Mexmûrê jinek dayikên dengbêj di fîlm de lîstin. Me bi wan re rol jiber kirin. Bi rastî jî dayik gelek xweş dilîstin. Çîroka Berfîn di heman demê de çîrola gelê Mexmûrê ye. Me pirsgirêka kostuman jî bi girtina cilên gel çareser kir. Jinan dolabên cil û bergên xwe ji me re vekirin. Kîjan fîstan pêwist bikira me digirt. Gel hêzek mezin da me.”   Dîcleyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Sîne Çiya di pêvajoyê pêş de jî wê berdewama tiştên ku gel dijîn, di sînemeyê de derxin pêş.