Roza Metîna: Bi pênûsek xurt em dikarin xwe ji pişaftinê rizgar bikin 2019-12-08 09:17:46   Medya Uren   AMED - Rojnameger û Nivîskar Roza Metîna pirtûka xwe ya 3’yemîn a helbestê ya bi navê 'Tiliya Qereqûçkê' çap kir. Rozayê diyar kir ku zimanê kurdî rastî êrişên mezin tê û wiha got:"Min li hember êrişên li dijî ziman û wêjeya kurdî, bi nivîsandina bi kurdî bertek nîşan da. Ji bo hefsarê hespê hebûnê ji destên me nefilite divê em li ziman û wêjeya kurdî xwedî derkevin. Bi pênûsek xurt em dikarin xwe ji pişaftinê rizgar bikin. "   Rojnameger û Nivîskar Roza Metîna ya ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye di 2014'an de pirtûka xwe ya yekem a helbestê ya bi navê 'Bilindahiyên Xwedawend' çap kir. Bi ahenga ji bo xizmeta ziman û wêjeya kurdî di 2015'an de pirtûka helbestê ya duyem a bi navê 'Hêviyên Dilazad' û di 2019'an de jî pirtûka sêyem a helbestê ya bi navê 'Tiliya Qereqûçkê' çap kir. Roza di heman demê de xwediyê 4 xelatên pêşbirkên helbest û çîrokan e. Di 2016’an de bi çîroka xwe ya bi navê ‘Keziyên Ji Bêhna Şitlên Rihanê’ Xelata Mîhrîcana Sêyemîn a Kurteçîrokên li Rojavayê Kurdistanê girt. Di 2017’an de di 25'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokên Kurdî de  bi çîroka xwe ya ‘Têkoşîna Tîpên Qedexe’ xelata yekemîn girt. Di 2018’an de di 4’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Deniz Firat de di beşa çîrokên Kurdî de  bi çîroka xwe ya ‘Mizgînxêrên Derbiharan’ xelata yekemîn girt. Di 2019’an de di 8’emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt de di beşa çîrokên Kurdî de  bi çîroka xwe ya ‘Guliyên Ji Bêhna Şemamokan’ xelata yekemîn girt. Di heman demê çîroka ji bo zarokan a bi navê "Sêgoşe û Çargoşe" ku bi zaravayên Kurdî bi Kirmanckî û Kurmancî ye, çap kir.   Roza di heman demê de di rêveberiya PENa Kurd de cih digire û endama Koma Helbestê ya Amedê ye û bi awayekî çalak di nava xebatên  PENa Kurd û Koma Helbestê ya Amedê de cihê xwe digire. Roza ya ku herî dawî pirtûka helbestê ya bi navê Tiliya Qereqûçkê çap kir diyar kir ku helbest giyanê wê azad dike û wiha got:"Helbest ji bo wêjeya kurdî hîmekî xurt e û dema helbestê dinivîsim xwe azad hês dikim. Ji bo pêşketina ziman û wêjeyê cihekî taybet ê helbestê heye. Bi taybet ji bo xizmeta ziman helbestên bi kurdî girîng in û her kurdê ku pirtûk binivîse divê bi armanca xizmeta zimanê dayîkê pênûsa xwe bigire. Ez jî ji bo xizmeta zimanê xwe helbestên xwe bi kurdî dinivîsim. Helbestên min têkoşîna ji bo parastina ziman û wêjeya Kurdî ye."    'Helbest giyanê min azad dike'   Rozayê bi nirxandina wateya helbestê dest bi axaftinê kir û got: "Helbest neqişandina hestên cuda ya bi saya xeyal û jiyana mirovan e. Helbest ji bo min xwedî wateyek cuda ye. Dema dinivîsim giyanê min azad dibe. Bi taybet dema bi Kurdî dinivîsim, digihêjim azadiyek resen. Em pê dizanin ku li ser ziman û wêjeya me êriş û polîtîkayek  bişaftinê tê meşandin. Ji bo dewlemendkirin û pêşvebirina ziman, nivîsandina bi Kurdî têkoşînek mezin e. Ji bo vê yekê helbest û çîrokên kurdî roleke girîng dileyîze. Sedema herî mezin a hezkirin û hilbijartina min a helbestê bê guman ev yek bû. Ez berteka li hember qedexekirina zimanê dayikê, bi nivîsandina bi zimanê kurdî, nîşan didim. Jixwe wêje stûna ziman e. Wêje ziman û ziman jî wêjeyê xwedî dike. Mîrat û dewlemendiya wêjeya kurdî ji taybetmendiya dengbêjiyê jî tê. Li ser vê şopê divê zimanê dayikê were parastin û hêza wê bê zêdekirin."   'Helbest ji bo wêjeya kurdî hîmekî xurt e'   Rozayê bal kişand ser girîngiya helbestê ya ji bo wêjeyê û wiha got:"Helbest ji bo wêjeya kurdî hîmekî xurt e û dema helbestê dinivîsim xwe azad hês dikim. Ji bo pêşketina ziman û wêjeyê cihekî taybet ê helbestê heye. Bi taybet ji bo xizmeta ziman helbestên bi kurdî girîng in û her kurdê ku pirtûk binivîse divê bi armanca xizmeta zimanê dayikê pênûsa xwe bigire. Ez jî ji bo xizmeta zimanê xwe helbestên xwe bi kurdî dinivîsim. Helbestên min têkoşîna ji bo parastina ziman û wêjeya kurdî ye."    'Min behsa talankirina dîroka gelê kurd, Heskîfê kiriye'   Rozayê di berdewamiya axaftina xwe de behsa girîngiya ziman û naveroka pirtûka xwe kir û wiha got:"Di pirtûka xwe ya helbestê ya bi navê Tiliya Qereqûçkê de min bal kişand ser tîpên qedexe yên wekî 'Q, X, W'. Di heman demê de min bal kişand ser cihên dîrokî yên Gelê Kurd ên ji aliyê sîstemê ve hedef tên girtin û têkoşîna jina kurd. Min behsa talankirina dîroka gelê kurd, Heskîfê kiriye. Ev êrişa ku tu carî li ser xaka Mezopotamyayê kêm nebûye, bandorên ku afirandiye min kiriye mijara helbestên xwe. Sembolên nirxê kurdan didin nîşandan min di pirtûkê de rêz kirine. Dema em pênûsê digirin destên xwe em jiyana heyî, wêje, çand û dîroka xwe jî digirin dest. Divê em van nirxên xwe yên pîroz bi zimanê dayikê rave bikin. Ji bo parastina nirxên pîroz û nasnameyê helbestên bi kurdî dinivîsim. Têkoşînek bi vî rengî didim meşandin. Ger em li hember polîtîkayên bişaftinê û êrişên li ser nasnameyê tên kirin ranebin em ê ji hebûna xwe û rastiya xwe dûr bikevin."   'Bi pênûsek xurt em dikarin xwe ji pişaftinê rizgar bikin'   Rozayê bi lêv kir ku niha polîtikayên qirkirin û pişaftinê yên li dijî Gelê Kurd didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Qirkirina li dijî çand, huner, wêje, dîrok, erdnîgarî, nasnameya Gelê Kurd didome. Li dijî vê yekê peywira me ya yekem xweparastin e. Ji her milî ve em gerek xwe biparêzin. Milekî girîng a xweparastinê jî nivîsandina bi zimanê dayikê û xizmeta ji bo wêjeya Kurdî ye. Min li hember êrişên li dijî ziman û wêjeya bi kurdî, bi nivîsandina bi kurdî bertek nîşan da. Ji bo hefsarê hespê hebûnê ji destên me nefilite divê em li ziman û wêjeya Kurdî xwedî derkevin. Bi pênûsek xurt em dikarin xwe ji pişaftinê rizgar bikin."