Newaya Jin bi manşeta 'Raperîn Heye' derket 2019-12-02 10:54:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Newaya Jin a meha Kanûnê bi manşeta "Li dijî çerxa riziyayî ya Patriyarkayê raperîn heye" hat weşandin. Di rojnameyê de berxwedana jinan derketiye pêş.    Hejmara meha Kanûnê ya dawiya salê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Li dijî çerxa riziyayî ya Patriyarkayê raperîn heye" û mijarên cuda gihîşt ber destên xwînerên xwe. Di rojnameyê de berxwedana jinan derketiye pêş û giranî daye ser têkoşîna jinan a li dijî tundiya zilam û dewletê.    Di hejmara nû de gelek roportaj, hevpeyvîn, analîz û dosyayên jinan cih digirin.     Zeynep Kizilirmak li ser sedem û encamên êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsandiye û radigihîne ku nobedarên ku dewleta Tirk ji bo fetisandina şoreşa jinê şandin qadê, ketin bin lingê jinên xurt.   Meral Çîçek, têkildarî karakterê li dijî jinê ya êrişên li ser Rojava nirxandiye û destnîşan dike ku rengê jinên Kurd ên wêrek ên ku pêşengî ji berxwedana têkbirina DAÎŞ'ê re kirin di hedefê ye.   Zerya Gul jî bal kişand ser rola hêzên emperyalîst di êrişên qirkeriyê yên li dijî Rojava de û ragihand ku di sala 2020'an de jî wê berxwedana ji bo ewlekarî û jiyana azad dewam bike.   Rojnamevan Rûken Cemal jî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin, ji bo rûpela Kurdî berhev kir.   Rojnamevan Ronî Eylem jî bandora polîtîkayên rejîma Erdogan li civaka Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku fîşeka li dijî Kurdan tê bikaranîn li Tirkiyeyê dibe siyanur.   Ji nivîskarên rojnameyê Gulistan Çiya Îke jî, encamên çalakiyên 25'ê Mijdarê yên li Kurdistanê û cîhanê nirxand.   Her wiha hevpeyvîna bi Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad a der barê yekîtiya neteweyî, şîrove nivîsa Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr a der barê êrişên faşîzan ên li hemberî siyaseta Kurd, portreyên aktîvîsta Hintî Shehla Rashid Shora û aktîvîsta Emerîkî Lucy Parsons hatin weşandin.   Dîsa Leyla Şanli (Bêrîtan Hêvî) a di 21'ê Gulana 2009'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da bi nîvîsa Tîjda Amed hat bibîranîn.