Fusun Demîrel: Ez newekhevî û şîdetê li ser dikê tînim ziman 2019-12-01 09:29:30   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Hunermenda şano û sînemayê Fusun Demîrel ku lîstika ‘Dersên Evînê’ dilîze, bertek nîşanê şîdet û êrîşa zayendî ya li hember jin û zarokan da û got: “Li şûna divê civak pêş bikeve, her diçe şûnde dikeve. Divê em têkoşîna topyekun bidin. Berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Ez jî vê li ser dikê tînim ziman.   Hunermenda şano û sînemayê Fusun Demîrel ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê lîstika şanoyê ya bi navê ‘Dersên Evînê’ lîst, di lîstikê de balê dikşîne ser pêşdarazên civakê yên li hemberî jinê.   Fusunê diyar kir ku newekheviya di navbera jin û mêr de li ser dikê tîne ziman û got: “Ez balê dikşînim ser pêşdarazan. Şîdeta li ser jin, zarok û sewalan zêde dibe. Divê em tiştekî bikin. Lîstika ‘Dersên evînê’ li ser vê derket. Tevî ku divê civak pêş bikeve, şûnde diçe. Divê em pêşdarazan bişkînin. Ev mijarek cidî ye. Ez vê tînim ziman.”   ‘Berpirsyarî dikeve ser milê hemû kesî’   Fusunê daxuyakirin ku temaşevan eleqeyek mezin nîşanê lîstikê didin û got: “Em sedema şîdeta zêde bûye bi hev re lêkolîn dikin. Em nîqaş dikin ku zarok û jin çawa bê parastin. Xwezî hewce bi vê lîstikê tuneba. Xwezî me ev çareser bikira. Lê mixabin heta meha mijarê îsal 384 jin hatine qetilkirin. Daneyên fermî yên tecawizê tune. Her wiha ya îstîsmarê jî tune. Ji sedî 95’ê îstîsmarê nayê zanîn. Ev hejmarên di dema AKP’ê bi rastî jî bi xof in.”   ‘Divê em bi hev re têbikoşin’   Fusunê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê şîdeta li ser jin û zarokan neyên rewakirin, divê mexdur bêdeng nemînin û ji bo vê jî têkoşîn bê dayîn. Fusunê destnîşan kir ku ji bo qanûn jin û zarokan bike bin parastinê, divê zor li dewletê bê kirin û têkoşînek hevpar bê dayîn.