‘Aether’ ji çavê Heskîfê çîroka hilweşînek dîrokiye 2019-11-25 09:29:49   Rengîn Azîzoglu   ÊLIH - Pispora Mafê Mirovan û Derhêner Ruken Tekeş, belgefîlma bi navê ‘Aether’ ya li ser Heskîfê kişandiye wiha vegot: “Xwezayeke ku bi dehzaran salane berdewam dike û bûye navendeka habîtatê ya mezin di bin avê de dimîne. Lê ev tu car wê tune neke. Ew tiştek wisa ye ku di bin avê de bimîne jî wê hebûna xwe bi awayekî bide hîskirin.”    Pispora Mafê Mirovan Ruken Tekeş ku yek ji kesên li ser Heskîfê xebatan dimeşîne, belgefîma bi navê ‘Aether’ li ser Heskîfê kişand. Ruken ku bi salan li derveyê welat li ser mafê mirovan xebitî sê sale jî di qada sînemayê de xebatan dimeşîne. Fîlmê wê yê ewil Hevêrk bû li Heskîfê kişandibû. Niha jî belgefîlma bi navê ‘Aether’ kişand. Rukenê, Aether ji ajansa me re vegot.   ‘Min hewce dît ku ez tiştekî bikim’   Rukenê got li ser projeyek din dixebitî û bihistiye ku bendava Ilisu wê di mijara 2016’an de biqede û li ser vê hewce dîtiye ku tiştekî bike. Rukenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez herêmê dizanim. Ez bi salan bû diçûm û dihatim. Min pêvajo jî dişopand. Min di qada zanîngehê de li ser mijarê xebat dimeşand. Min li ser aliyê hiqûqî lêkolîn kir. Ez bi sînemayê re mijûl bûm. Min got divê ez fîlmekê bikşînim. Min xwest li ser Heskîfê bikşînim.”   Rukenê got ew li ser pirsên ‘cihek dikare xwe çava vebêje’ derketiye rê û got: “Min riyek wisa ceriband; Em di nava rojê de beyî bername û plan hatin herêmê û me xwe wisa rehet berda. Me her tişt bi awayekî xwezayî da pêş xwe. Dema wisa bû tiştên balkêş jî derketin holê. Em Heskîfê, beyî vegotin, bi dîmen û dengan bi temaşevanan re tînin cem hev.”   Di du demên cuda de 21 roj   Rukenê destnîşan kir ku fîlm, fîlmekê bê diyaloge û di fîlm de mirov parçeyek yekbûnê ne û wiha got: “Di fîlm de hemû tiştê ku Heskîf kiriye Heskîf tê parçekirin. Em zindiyan, parçeyên pergala xwezayê dibînin. Ez 21 rojan li herêmê mam. Ez du caran hatim wir. Carekê bihar bû. Carekê jî havîn bû. Min di du pêvajoyê cuda de bi giştî 21 roj li wir derbas kir.”   ‘Me bi rehetî fîlmê xwe kişand’   Rukenê anî ziman ku di pêvajoya kişandin afîlm de destura girtine, ji bo hemû herêmê derbasdar bûye û ji ber hincetên herêmên bi ewle, em nikaribûn biçin gundên jêr û got: “Me wek ekîb fîlmê xwe qedand û du hefte şûnde qedexeya kişandineke fîlman a giştî hat herêmê. Em ekîba dawî ku bi rehetî belgefîlma xwe kişan bûn. Xwezayeke ku bi dehzaran salane berdewam dike û bûye navendeka habîtatê ya mezin di bin avê de dimîne. Lê ev tu car wê tune neke. Ew tiştek wisa ye ku di bin avê de bimîne jî wê hebûna xwe bi awayekî bide hîskirin.”