Bi keman û piyanoya xwe deng dide dengê jinan 2019-11-24 09:07:08   Fîlîz Zeyrek - Berfîn Dogan   EDENE - Hunermenda Kemanê Emîne Tan, bi wesîleya hefteya 25’ê Mijdarê tevlî bernameyên jinan dibe û bi hunera xwe piştgiriyê dide. Emîneyê da zanîn ku jin û huner hev temam dikin û got ew hemû jinan vexwendiyê hunerê dike.   Li Edenê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, jin di gelek bernameyan de tên cem hev. Hunermenda Kemanê Emîne Tan ya 19 salî jî bi jinan re tê cem hev. Emîne ku di orkestraya Senfonî ya Antalyayê de lêdixe, 10 sal in kemanê û 4 sal in jî piyanoyê lê dide. Emîne diyar dike ku ew dixwaze bi nasnameya xwe ya jintiyê îmzeyê bavêje serkeftinan û bi keman û piyanoya xwe deng dide dengê jinan.   ‘Muzîk her tiştê min e’   Emîneyê bi lêv kir ku di 9 salî de dest bi muzîkê kiriye û wiha got: “Min li Antalyayê xwend. Di malbatê de jî gelek kes bi muzîkê re eleqeder dibin. Min ji wan fêr kir. Ez gelek ji muzîkê hez dikim. Hestek gelek xweş e. Ez pêşniyarê her kesî dikim. Hem di alî civakî û hem jî di alî psîkolojîk de. Muzîk her tiştê min e.”   ‘Jin dikarin her tiştî bikin’   Emîneyê her wiha daxuyakirin ku ew dixwaze nîşan bide ku jin dikarin her tiştî bikin û got tu tiştekî ku jin nikaribin bike tune. Emîneyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew hemû jinan vexwendiyê hunerê dike û bang li rayedaran kir ku ji bo şîdeta li hember jinan demildest tedbîr bê girtin.