Têkoşîna 26 salan a li dijî tundiya li ser çand, wêje û nasnameyê 2019-11-22 09:25:13   Roza Metîna   NAVENDA NÛÇEYAN - Cureyên tundiyê yên ku li ser jinên kurd tên ferzkirin gelek in. Yek ji tundiya ku tê kirin jê ew e ku mafê azadiya jina kurd her ji destên wê hatiye girtin. Bi vê yekê girîdayî berhemên ku bi hestên xwe yên nazik û azad afirandine, hatine desteserkirin û qedexekirin. Hinek berhemên hatine qedexekirin, pirtûkên nivîskarên jin ên di zindanan de ne. Jinên nivîskar ên bi navê Mizgîn Ronak û Rojbîn Perîşan ên ku pirtûkên wan hatine qedexekirin jî para xwe ji tundiya bi salan a li dijî jinên kurd girtine. Tevî vê tundiyê perspektîfa bingehîn a yekem a Mîzgîn û Rojbîn, têkoşîna li dijî binaxkirina mafên rewa yên jiyanê ye.   Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de gelek tundiyên ku jin pê rû bi rû hatine hiştin mirov bi bîr tîne û li dijî vê yekê li rêyên cuda yên têkoşîna li dijî tundiyê digere. Gelek cureyên tundiyê yên berbiçav hene ku mirov balê bikşîne ser. Di 25'ê Mijdarê de tundiyek ku mirov divê balê bikşîne ser tundiya derûnî û fizîkî ya li ser nivîskarên jin ên di zindanan de ne. Bi taybet jî li Rojhilata Navîn li ser jinên kurd tundiyên li dijî azadiyê û nasnameyê pêk tên. Jinên kurd ên nivîskar ên di zindanan de hem ji azadiya xwe bêpar tên hiştin hem jî berhemên ku bi xeyalên xwe yên berfireh nivîsandine bi hincetên "Propagandaya rêxistinê dike","Ji bo ewlehiya dewletê xetere ye" tên qedexekirin. Heta niha gelek pirtûkên nivîskarên kurd bi van hincetên pûç û vala hatine qedexekirin. Li gor daneyên herî dawî ji Weşanxaneya Aramê 88, ji ya J&J’ê 3, ji ya Ar 1, ji Name 1, jiya ya Sîtav 4, ji ya Avesta jî 12 pirtûk hatin qedexekirin. Bi tevahî 109 pirtûk li gor daneyên herî dawî hatine qedexekirin. Di heman demê de li welatê ku bi otorîteya kevneşopî ango li ser esasên efendîtiyê û mîras hatiye avakirin, berxwedana jinên nivîskar ên di zindanan de didome.    Mîsyonertiya ji bo parastina Wêjeya Kurdî bi rêya tundiyê hedef hat girtin   Jinên Nivîskar ên wekî Mizgîn Ronak û Rojbîn Perîşan her dem bi hişmendiyek kurdewarî nivîsandin û di warê parastina hafizaya civakî de xebat meşandin. Di nava çar dîwarên zindanê de wan afirîneriya xwe pêşkêşî Gelê Kurd kirin û serî netewandin. Wan li dijî kesên ku mîsyonertiya ji bo parastina Wêjeya Kurdî bi rêya tundiyê hedef girt, her dem li berxwe dan. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê bi salan e zextên sîstemê li dijî çand, huner, nasname, wêjeya Gelê Kurd dewam dike û perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe ye, Mizgîn û Rojbîn rola xwedîderketina nirxên giranbiha hilgirtin ser milê xwe. Her wiha gelek nivîskar, helbestkar, rewşenbîrên kurd ji ber ku li dijî zext, zordestî û astengiyên sîstemê derketine bi cezayên giran ên girtîgehê rû bi rû hatine hiştin. Gelek weşanxaneyên kurd ji ber ku pirtûkên li berjewendiyên sîstema yekperest nayê çap kirin bi cezayên pereyan rû bi rû hatin hiştin. Li dijî cureyên vê tundiyê ya li ser Gelê Kurd, Mizgîn û Rojbîn xwe kirin mertalên ji bo parastina nasnameya gelê bindest.    Têkoşîna 26 salan a li dijî tundiya li ser çand, wêje û nasnameyê   Jina Şoreşger û Nivîskar Mizgîn Ronak di sala 1973'an de li Amedê ji dayik dibe û di temenekî ciwan de beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Mizgînê di sala 1992'yan de li Amedê tê girtin û cezayê muebbetê lê tê birîn. Mizgînê niha li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tîpa M ya Gebzeyê tê girtin. Mizgîna ku ji xizmeta ji bo çand, wêje, ziman û nasnameya xwe qet nehat xwarê di warê xwedîderketina nirxên civakî de rolek çalak û sereke lîst. Mizgînê xwe wekî nobedara xizmet û pêşketina wêjeya kurdî dît. Nivîsa wê ya yekem di Rojnameya Welat de hat weşandin. Piştî çalakiya fedayî ya Zîlanê wê helbesta bi navê 'Zîlan' nivîsand. Wê her dem bi kedek mezin têkoşîn û keda jinên Kurd ên leheng derxistiye pêş. Ji ber ku rastiya civakê û têkoşîn derxist pêş pirtûkên wê yên bi navê Nobedarê Gulên Kobanê, Rojhat, Gorçiya ne Em di 2018'an de, ya bi navê Em Bûn Baran jî di 2016'an de hat qedexekirin. Tevî hemû zext û zordestiyan Mizgînê bi hêza xwe wateyek cuda li têkoşîna li dijî tundiya li ser çand, wêje û nasnameyê bar kir.    Dahateya pirtûka xwe ji bo Kobanê şand   Mizgînê bi baweriya hêza ku ji doza xwe digire dahateya pirtûka xwe ya helbestê ya bi navê "Dilavî" ji bo Kobanê şandibû. Mizgînê girîngî û wateya ku dide ziman, wêje, çand û dîroka kurdî di pirtûkên xwe dide xuyakirin. Di heman demê de di pirtûka xwe ya bi navê "Sêv jî Me Dikujin" de tundî û neheqiya ku ji aliyê dagirkeran ve li Gelê Kurd tê kirin radixe pêş çavan.    Rojbînê bi baweriya doza azadiya bi salan li berxwe dide   Nivîskara şoreşger û têkoşer Rojbîn Perîşan di sala 1973'an de li Navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Amedê xwend. Zanîngeh jî li Fakulteya Perwerdeyê ya Sêrtê ya Zanîngeha Dîcleyê xwend. Rojbînê di sala 1991'an de beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê bû. Di sala 1992'an de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Rojbînê piştî ku hat girtin pirtûkên çîrokan nivîsand. Çîroka wê ya yekem a bi navê "Por û Sî"ye. Rojbînê xelatên Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî û Pêşbirka Çîrok û Helbestê ya Îsmet Baycan girt. Piştî pirtûkên "Por û Sî" ên bi navê "Bendemayina Te Zêmarên Hêsirên Çavên Min Bûn","Jinên ji Dengê Bakirê" nivîsand. Pirtûka Rojbînê ya bi navê "Bendemayina Te Zêmarên Hêsirên Çavên Min Bûn"jî bi hinceta "Propagandaya rêxistinê dike" di sala 2016'an de ji aliyê zihniyeta yekperest ve hat qedexekirin. Tevî ku ji bo rê li ber pênûsa wê bê girtin her astengî ji Rojbînê tê derxistin dîsa jî ew bi baweriya doza azadiya bi salan li berxwe dide.    Di heman demê de Rojbînê di pirtûka xwe ya bi navê "Strana Axê" ya ku mijara têkoşîna xweseriya demokratîk a Cizîrê ya 2016'an digire dest de behsa dengê xwedîderketina şoreşê dike.    Dar bi rehên xwe yên ku belav dibe tê zanîn   Rojbînê di roportajek xwe de wiha dibêje:"Dar bi rehên xwe yên ku belav dibe tê zanîn. Loma ez girîngiyê didim têkiliya di navbera jin û darê de. Jina ku demekê ji cîhanê hat qutkirin xwe xerîb hês kir. Ji bo hilmê bistîne û bijî hewil da ku ji bo cîhanek li gor xwe ava bike. Cîhanek ku bikaribe wateya hebûna xwe rave bike. Li vir dar sîmgeya vê hewildana jinê ya zehmet e."