‘Jin di xwezaya xwe de hunermend in’ 2019-11-20 09:27:10   Medya Uren   AMED - Hunermend Neşe Toprak û Ceylan Cîftçî, li Amedê bi pêşangehê berhemên xwe pêşkeşê hunerhezan kirin. Neşe diyar kir ku Amedî razên xwe li Sûran vedişerin û Ceylan jî da zanîn ku êdî jiyan ji xwezayê dûr ketiye.    Koma ku ji 10 kesan pêk dihat li Ofîsa navçeya Yenîşehîra Amedê pêşangeha wêneyan vekirin. Pêşangeh di 8’ê Mijdarê de dest pê kir û heta 15’ê Mijdarê dom kir. Di pêşengehê de wêne, wêneyên dîwaran, nexş û xebatên balkêş hatin nîşandan. Hunermend Neşe Toprak bi xêzkirina wêneyan re mijûl dibe û bi pêşengehê xwest balê bikişîne ser jinê. Ceylan Çîftçî jî demek dirêje ku li ser keviran lêkolînan dike qala dûrketina xwezayê kir.    'Ji bo dengê jinê bê bihistin...'   Neşe, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêşangehê û wiha axivî: “Di pêşengehê de hûnermendên derfetên wan nîne û atolyeya ku têde bixebitin tuneye hatin gel hev. Min vê carê xwest berhemên xwe bi awayê xêzkirî û bi awayeke deng pêşkêş bikim. Ji ber ku dengê jinan nayê bihîstin.”   ‘Amedî razên xwe li Sûran vedişerin’   Neşe, diyar kir ku bi qasî 4 mehan li kuçeyên Amedê geriyaye, wêneyên nivîsên dîwaran kişandiye û wiha got: “Li ser dîwaran herî zêde nivîsên argo û yên zayendî hebûn. Lê nivîsên pir xweş jî hebûn ku bala min kişandin. Wekî ‘Amedî razên xwe li Sûran vedişerin’ û ‘Xezîneya herî mezin ya mirovahiyê Azadiya wê ye’ bû.  Min axaftina teknîkî ya bi deng kir. Min di pêşengehê de dengê jinê bilind kir.”   ‘Jin di xwezaya xwe de hunermend in’   Neşe, anî ziman ku her jinek di xwezaya xwe de hunermende û wiha şîrove kir:  “Hunerê nîşan daye ku jin zindiyeke afrîner e û hemû berhemên wê taybetmendiyeke mezin di nav xwe de dihewînin. Ji ber wê yekê her jinek xwedî hêza afirandina berhemên nû û hunerên nû ye.”   ‘Jiyana me ji xwezayê dûr ketiye’    Ceylan Çîftçî ku demek dirêje li ser keviran lêkolînan dike, wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ez dema li Amedê geriyam ez fêr bûm ku di nava keviran de hinek hêşnahî heye, cardin dimirin û cihê xwe ji hêşnayetiyên wiha re dihêlin. Dema em li jiyana xwe temaşe bikin em ê bibinin ku em ji weke wê hêşnahiyê ne. Min bi şibandina jiyana mirovan re xebata xwe da meşandin. Hunera min jiyana mirova ne. Min bi sondeyên naylon kevir dorpêç kirin ku bi vî awayî hêşnayetî zûtir dimire. Jiyana me ya ku ji xwezayê dûr ketiye jî hêdî hêdî dimire û em ne di ferqê de ne.”   ‘Hemû jin xwedî hêza afrandinê ne’   Ceylan, destnîşan kir ku hunermend di nav derfetên ne baş de karê xwe dikin û wiha got: “Ji bo karê xwe bikî divê boyax û tuwal hebin. Lê derfetên hunermendan pir kêm in û dîsa jî hunermend ji tûnebûnê dikarin biafrînin. Di vê demî de hunera rast derdikeve holê.”   Ceylan, qala xebatên xwe wiha kir: “Min li şûna boyayê tişta ku min vebêje bijart. Dema min hêşnayetî di kevir de dît ez fêr bûm ku ev hêşnayetî tenê di kevirên bi kun de çêdibin ku ji van keviran re kevirê mê tê gotin. Li dijî wê kevirên hişk, bê kun û bê berhem kevirên nêr in. Her wiha ji bo min hemû jin hunermend in.”