'Min xwest her çîrokek min êş û têkoşîna her parçeyekî Kurdistanê vebêje' 2019-11-05 11:46:19   Evîn Gelaleyî   SILÊMANÎ - Jina Nivîskar a bi navê Hozan Mehmûd ku 24 çîrokên cuda di nava berhema xwe  ya bi navê 'Xudnusînewe'de hewandiye anî ziman ku wê beşên cuda yên çar parçeyên Kurdistanê girtiye dest û wiha got:"Min xwest her çîrokek min êş û têkoşîna her parçeyekî Kurdistanê vebêjim."   Jina Nivîskar Hozan Mehmud a li Silêmanî pirtûka ku ji çîroka 24 jinên Kurd ên cuda pêk tê û beşên cuda yên Kurdistanê di nava xwe de vedihewîne û navê wê 'Xudnusînewe' ye da weşandin hestên xwe wiha vegot:"Her çîrokek bi awayekî cuda balê dikşîne ser xwe. Her çîrokek dewlemendiyek cuda ya Kurdistanî di nava xwe de dihewîne."   'Kêrhatin û jêhatina jina kurd berbiçav e'   Hozan Mehmûd a nivîskar û femînistek kurd wiha got:"Ez dixwazim bizanibim niha çima jinên kurd nanivîsin, behsa xwe, êş, zindan û têkoşîna xwe nakin? Di dema xwendina vê pirtûkê de ev rastiya derdikeve pêş çavan ku jina kurd pêşengê hemû dîrokê ye û bûye şahidê sîstema baviksalarî ya dijwar. Kêrhatin û jêhatina jina kurd berbiçav e."   'Min xwest her çîrokek min êş û têkoşîna her parçeyekî Kurdistanê vebêjim'   Hozan Mehmud balê dikişîne ser nivîsîna 24 çîrokên cuda û dibêje: "Di vê pirtûkê de bi destgirtina van 24 çîrokan wêneyekî wiha derdikeve pêş çavên me ku jin di hemû rojên jiyanê de berxwedêr û kedkar in. Di nava van çîrokan de hest û jiyana min jî heye. Em weke dayikên şoreşger di demê serhildana şoreşa nû ya Başûrê Kurdistanê de bi hev re bûn. Me alîkariya hevdu dikir. Di demêkê de pêşmerge dihatin nava bajêr. Me jî alikariya wan dikirin me çek û kel û pelê wan vedişart. Em jî beşdarî her çalakiyên li nav bajêr dibûn. Min xwest her çîrokek min êş û têkoşîna her parçeyekî Kurdistanê vebêjim.Her çîrokek bi awayekî cuda balê dikşîne ser xwe. Her çîrokek dewlemendiyek cuda ya Kurdistanî di nava xwe de dihewîne."