Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Têkoşîn berdewam dike 2019-10-31 12:21:26   NAVENDA NÛÇEYAN -  Hejmara 176'an a rojnameya mehane a jinan, Newaya Jin bi sernivîsa "Serîtewandin tune ye têkoşîn berdewam e” derket.    Ji sala 2005’an ve rojnameya jinan a mehane Newaya Jin ku li Ewropayê weşana wê tê kirin, bi sernivîsa ‘Serîtewandin tune ye têkoşîn berdewam e’ derket. Me bi awayekî berfireh cîh da operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Melek Onder a Platforma Em ê Kuştina Jinan Bisekinînin (KDCP) bal kişand ser Tirkiyeyê ku li wir zagonên parastina jinan pêk nayê û jinê li hemberî tundiyê bê hêz dihêle. Niha jin gihaştine asta ku êdî wê li dijî vê rewşê bêdeng nemînin û wê bi hev re tekoşînekê bimeşînin.    Ekîn Ege bal kişand ser rewşa jinên cîhanê. Rojnamevan Guler Yildiz jî cinsiyetparêziya li ser cîhana şîn ya zarokan nivîsand.   Ruşen Celal bal kişand ser Hêzên çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê ku liser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyona sûcên şer kirine. Bi awayek “hemû cîhan dehyindarê Kurd’a ye” nirxandinê xwe kiriye.   Nivîskarê Rojnameyan Nazan Ustundag jî balê dikişîne ser mijara darizandinê, dadgehên gel û jinan di mekanîzmayên fermî de pêk werin. Zerya Gul jî heman mijarê dinirxîne, di mehekê de şideta li ser jinê ji hêla Xwişkên Mirabel ên Domînîk ve xistina rojevê, diyar dike ku faşîzm dixwaze li ser komkujiya jinan de tiştên nû zêde bike.   Rojnamevan Roni Eylem jî liser rastiya civakî ya ku operasyonê belav dike, analîzên derûnî û civaknasiyê dike.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa (TJK-E), Hanım Oruncak jî destnîşan kir ku krîza pergalî ya di sedsala 21’an de, nasnameya jin a rejîmên baviksalarî, wê deriyê derketinê ku li ser ked û bedena xwe gitibu veke.   Hêlin Asi jî balê dikişîne ser bandora ku di salên dawî de hişmendiya jîngehê di warê polîtîk û abori de zêde bûye.   Her wiha ji bilî van hemû sernivîsan, di hejmara mijdarê de, Jînenîgariya Bese Anuş ku yek ji navên sembola Tevgera Azadiya Kurd e ya ji hêla Ronahî Pazarcık ve hat amadekirin, Portreya Bell Hooks, xwişkên Mirabel, Nirxandinên Roza Metîna yên li ser wêjeyê, suneta jinê û nivîsa Evîn Faraşîn  a bi navê ‘Kelecana çalakiya yekemîn’ cihê xwe girtin.