Belgefîlma "Xewnek Kurdan: Rojava" li Almanyayê hate nîşandan 2019-10-31 10:17:15   SALZGÎTTER - Belgefîlma "Xewnek Kurdan: Rojava" ya li ser berxwedana 9'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê derhêner Michael Enger ve hate amadekirin, li Salzgîtter hate nîşandan.    Belgefîlmê "Xewnek Kurdan: Rojava" ya li ser berxwedana 9'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê derhêner Michael Enger ve hate amadekirin, li bajarê Almanya Salzgîtter hat nîşandan.    Di belfefîlmê de qala vekişîna hêzên Emerîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin û tê aşkerekirin ku bi vê yekê re firsend ji Artêşa Tirk re hatiye pêşkêşkirin ku dest bi êrîşên qirkirin û dagirkeriyê bike. Her wiha armanca dewleta tirk a ji êrîşê jî bi rengekî eşkere tê destnîşankirin ku hemû hewldanên wan ji bo astengkirina statuya kurdan e.   Belgefîlm bi organîzasyona hevpar a Meclîsa Şehîd Berçem Cîlo û Rêveberiya Navenda Kurdên li Salzgîtterê li salona Navenda Kurdistaniyên li Salzgîtterê hate nîşandan. Tevî ciwanên kurd her wiha gelek dostên kurdan jî tevlî pêşandana fîlm bûn.   Piştî nîşandana fîlm êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û berxwedana li dijî êrîşan hate nirxandin.