Derhêner Gul Buyukbeşe: Hemû mijar hebûna Kurdan e 2019-10-18 09:16:53   ÎZMÎR - Derhênera Belgefîlm a bi navê ‘Mirin dikeve kîjan alî host e’ ku 4 komkujiyên ku DAIŞ’ê li Tirkiyeyê pêk anî vedigot, Gul Buyukbeşe wiha got: “Em ji ber xwe nabêjin. Tirkiye di polîtîka Sûriyeyê de bi DAIŞ’ê re di dan û stanê de ye.”   Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û OSO’yê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin û ji 9’ê cotmehê de ye ev komkujî didome û di vê pêvajoyê de bi sedan sivîlî jiyana xwe ji dest dan. Di dema bombebaranê de çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji girtîgehan reviyan û ji ber vê hem gelên Tirkiyeyê hem jî yên cîhanê ji ber hebûna çeteyan bi fikar in.   Di 4 êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê pêk anîn de zarok jî tê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan bi sedan kes jî birîndar bûn. Di vê pêvajoyê de derhêner Gul Buyukbeşe bi belgefîlmê ‘Mirin dikeve kîjan alî hoste’ balê dikşîne ser van komkujiyan. Belgefîlm balê dikşîne ser komkujiya 5’ê Hezîrana 2015’an a Amedê, 20’ê Tîrmehê ya komkujiya Pirsûsê, 10'ê cotmehê Komkujiya Gara Trînê ya Enqereyê, 20’ê Tebaxa 2016’an a komkujiya daweta li Dîlokê.   ‘Carek din wek berê nebû’   Gul da zanîn ku ew di heman demê de şahidê komkujiya Enqereyê ye û got tu kesî piştî vê komkujiyê jiyana xwe wek berê nejiyaye. Gul diyar kir ku ew wek belgeselvana 30 salî gotiye wê ji bin vê belgefîlmê ranebe, lê bi fikar e ku ji pêşerojê re belgeyê bihêle dest bi vê xebatê kiriye. Gul wiha got: “Belgefîlm tenê komkujiya Enqereyê venabêje. Dema em ketin vê me dît ku ev yek bi komkujiyekê nayê vegotin û me berê xwe da ya Pirsûs û Amedê jî. Me komkujiya çaremîn a daweta Dîlokê lê zêde kir.”   ‘Dewletê endamên DAIŞ’ê yên komkujî pêk dianîn dişopand’   Gul di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çeteyê ku komujî pêk anîn ji 2012’an şûnde 85 caran bi awayekî teknîkî hatine şopandin ev tu car jî veneguheriye operasyonê û wiha got: “Ev kes li ku jiyane, kîjan xanî wek hucre bi kar anîne, di kîjan depoyan de alav veşartine hemû tê zanîn. Tiştekî ku hemû hevalên min ên parêzer dibêjin heye;Ger li Amedê lêpirsînek baş bihata kirin wê Pirsûs pêk nehatiba, ger li Pirsûsê lêpirsînek baş bihata kirin wê li Enqereyê komkujî pêk nehatiba.”   ‘Hêrs zindî dihêle’   Gul bi lêv kir ku hêrsa ku li dijî komkujiyê tê jiyîn her tiştî zindî dihêle û got ew hestên malbatên ku xizmên xwe winda kirine ji kûrahî hîs dike û ev tişt bi lêv kir: “Ez bi rewşeke ku belgeselvaneke muxalîf nikare pişta xwe bide her tiştî, re hatim rû hev. Ji ber vê min xwe berpirsyar dît. Her wiha di destên me de daneyên cidî ava bûn. Dîmenên polîsan îdianame. Me di belgefîlm de kêm bi kar anîn.”   ‘Hewcedariya pêvajoyê bi analîzê heye’   Gul anî ziman ku li gorî agahiyên ji şahid û parêzeran girtine, dixwazin bi pirtûkek ku DAIŞ’ê vedibêje, bingeha teorîk ava bikin û got: “Pêvajoya ku Tirkiye tê de derbas dibe, hewcedariya wê bi analîz û bingeheke teorîk heye. Bila derkeve holê ku polîtîka Tirkiyeyê çima guheriye. Bila bê girseya bûye hedef fêm bikin ku çima evqas komkujî çêbûne.”   ‘Yekane pirsgirêka Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê hebûna Kurdan e’   Gul di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîka Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de, bi kuştina du polîsên li Serêkaniyê û bi Şoreşa Rojava guheriye û wiha berdewam kir: “Ji ber ku hemû cîhadiyên Ewropayê ji ser Tirkiyeyê derbas dibin, ji bilî aliyên muxalîf, pêngavên ku Tirkiyeyê bide zorê nehatin kirin. Çawa ku Tirkiye bikeve koalîsyona navneteweyî û ji balafirên navneteweyî re qada hewayî vedike, Tirkiye dibe hedefa DAIŞ’ê. Bi herêma ewlehiyê ya Tirkiyeyê ev berdewam dike. Em dizanin ku dixwazin bingeha demografîk biguherin. Hemû mijar hebûna Kurdan a li wir e.”   Gul balkişand ser yek ji gumanbarên komkujiya Enqereyê ku fîrarî ye û got: “Gumanbarê komkujiya Enqereyê Îlhamî Bal di 2016’an de por û rûyê wî hatiye birîn û li otelek Enqereyê kirine mêvan. Daxuyaniyên kesekî payebilind ê DAIŞ’ê ku tê gotin di destê YPG’ê de ye hene û dibêje; ‘Em di 10’ê cotmehê de di civînê de bûn. Pirsa ‘we pêk anî?’ pirsîn.’ Ji ber vê jî aşkere ye ku Tirkiye di polîtîka Sûriyeyê de bi DAIŞ’ê re di dan û sitandinê de ye. Em vê jî ji ber xwe de nabêjin. Em ê çîrokên kesên ku aştiyê dixwazin jî her tim bînin ziman.”   ‘Êrîşên polîsan di qeydan de tê dîtin’   Aktîvîsta vîdeoyê û fîlmçêker Sîbel Tekîn jî diyar kir ku wan ji dîmenên gelek kesî fêde girtine û wiha pê de çû: “Roja piştî komkujiyê ez çûm Enqereyê. Ez hîna bîranîn û dadgehên wan dişopînin. Ji ber vê em malbatan jî baş dibînin û nas dikin. Em 10’ê cotmehê ji nêz ve dizanin. Her wiha em pirsê jî baş dizanin. Ji gelek cihî dîmen hatin ji me re. Di dîmenan de êrîşên polîsan dihatin dîtin. Dîmenên ku me nikaribû lê binêrin, nehatin bikaranîn.”