Li Wanê Mîhrîcan di roja 5'emîn de ye 2019-10-15 10:43:23   WAN - Mîhrîcana Şanoyê li Wanê di roja 5'emîn de berdewam dike. Mîhrîcan di roja 5'emîn de bi lîstika "Dê bigihîjin hev dû" berdewam kir.    Mîhrîcana Şanoyê ya ku ji aliyê Şanoya Mencelê ve li Wanê hat destpêkirin di roja 5'emîn de berdewam kir. Şano di roja 5'emîn de bi lîstika mijara wê şer a bi kurdî ya bi navê "Dê bigihîjin hevdû" berdewam kir. Şanoya bi kurdî ku hat pêşandan bala her kesî kişand ser xwe û bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin.    'Şer tenê talan e'   Derhinerê lîstikê Resul Bangîn di axaftina ku kir de wiha got: "Yek ji armanca me ew bû ku em biçin Başûr û bi kurdan re bên gel hev, lê nebû, em li vir in û me hev dû dît û vê me kêfxweş kir. Mijara Şanoyê şer ne tiştekî baş û talan e. Ji bo ku şer bê bidawîkirin di vê her mijara şer di rojevê de bimîne. Bi şer tu pirsgirêk çareser nabin."