Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê di roja 4'emîn de ye 2019-10-14 10:10:53   WAN - Di çaremîn roja Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê de ekiba reqsê ya MKM a Stenbolê derket ser dikê.    3'emîn Mîhrîcana Wanê ya ji aliyê Şanoya Mencelê ve tê organîzekirin di roja 4'emîn de dewam kir. Di çaremîn roja Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê de ekiba reqsê ya MKM a Stenbolê derket ser dikê.    Piştî ekîba reqsê derket ser dikê şûnde Resul Bangin plaket da ekîba reqsê. Ji Ekîba Reqsê ya Mezopotamyayê Serhat Kural bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava û wiha got:"Ez difikirim ku ev pêşandeya ew ê ji bo gelê me hêvî be. Armanca me jî ew e ku em hêviyê bide gelê xwe. Em hêvî dikin ku ev şer bi dawî bibe û em bigihêjin armanca xwe."