Ji Amedê heta Îzmîrê ji bo zarokan atolya hunerê 2019-10-10 09:20:19   ÎZMÎR - Bisiklêt Çocuk ya bi Ma Muzîk Center re xebata hevpar dimeşîne, ji bo zarokên li Kadîfekaleyê atolya hunerê pêk anîn. Zarok di bernameyê de yekem car derketin ser dîkê.   Bisiklêt Çocuk ya li Amedê du sal berê ji bo zarokên piştî şer travma jiyane dest bi xebatan kir, ji Ma Muzîk Center bi Şerko Kanîvar re atolya hunerê pêk anî. Di xebata ku perwerde hat kirin, zarokên ji temenê cuda cara yekem derketin ser sahneyê. Ji Pîsîklet Çocuk Mehtap Alîşan, diyar kir k udi xebatên li Amed û Kadîfekaleyê pisgirêkên zarokan hatine dîtin û got wê her tim xebatan bidomînin.   ‘Armanc xebat bibin hevpar’   Mehtapê wiha got: “Hedefa me eve em nabera Amed û Îzmîrê de pirê ava bikin. Em li ser rîtmê xebitîn. Divê em niha alavan kom bikin û bi van orkestrayekê ava bikin. Me der barê de xebat meşand. Em hewl didin konserê bidin. Li Amedê du sal berê me li Sur, Baglar û Ofîsê di xebatê meşan de, zarokan her tişt bi şer re girê didan. Zarokên Kadîfekaleyê jî ji hemû bernameyên der barê zarokan bêparin. Hewcedariya zarokan bi bernameyan heye. Di xebatên li Amedê de me pirsgirêka ziman bi awayekî çareser kir, lê pirsgirêka wan ha herî sereke ev bû ku mafê jiyana wan ji destê wan tê girtin. Qadên ku xwe bi awayekî azad îfade bikin nemaye. Nikarin kolanê bikar bînin. Windabûnê cidî jiyane. Nikarin bi hev re têkiliyê deynin.”   Mehtabê bi lêv kir ku zarokên li Kadîfekaleyê eleqeyek mezin nîşanê bernameyan dane û got wê jiv ir şûnde jî xebatên xwe bidin berdewam kirin.