4'emîn Mîhrîcana Filmên Navnetewî ya Silêmanî bi dayîna xelatan bi dawî bû 2019-10-08 10:51:13   NAVEND NÛÇEYAN - 4'emîn Mîhrîcana Filmên Navnetewî ya Silêmanî  bi dayîna xelatan bi dawî bû. Xelatên mîhrîcanê ji bo 15 kesan hat dayîn ku di nav de berhemên hunermendên ji Bakur, Başûr û Rojhilat jî hebû. Derhênereke jin a ji Başûrê Kurdistanê jî xelata zêrîn a mîhrîcanê girt.     4'emîn Mîhrîcana Navnetewî ya Silêmanî ku hefteyek bû destpêkiriye şevê din bi dayîna xelatan bi dawî bû. Di mîhrîcanê de 134 filmên kurt û dirêj ku ji vane 44 berhemên Kurdî bû hatin nîşandan. Ji 79 ewlatan beşdarbûn li mîhrîcanê çêbûbû.   Merasîma xelat dayînê li Talarî Huner ya bajarê Silêmanî birêve çû. Destpêkirina merasîma xelat dayînê bi pêşkêşkirina stranên ji aliyê Hunermend Hanî û Hejar Zehaw ve dest pê kir. Paşê birêvebirê Mîhrîcanê Mela Bextiyar axaftinek kir û pîrozbahî li serkeftiyên festîvalê kir.   Di merasîmê de 15 xelat hatin dayîn ku ji wana 3 jê zêrînbû û 13 jî zîv bûn. Xelat li ser lîstikvan, derhêner û berheman hat belavkirin. Xelata filmê herî baş yê navweyî hêjayî filmê ‘Rojek ji rojan li Kurdistanê’ ku derhênera wê Jîno Hadî bû hate dîtin.  Xelata zêrîn a baştirîn Belgefilma navxweyî jî hêjayî belgefilma bi navê, ‘Diyalog’ hat dayîn ku derhêriya wî Selîm Yildiz kiriye.   Xelata Zêrîn a baştirîn filmê dirêj jî ji bo filmê, ‘A tale of 3 sisters’ hate dayîn ku derhêriya wê Emîn Alper kiriye. Xelata zêrîn a baştirîn derhênerê filmê dirêj jî ji bo Reza Mirkerîmî yê derhênerî filmê, ‘Qesrî Şîrîn’ hate dayîn.   4'emîn Mîhrîcana Filmên Navnetewî ya Silêmanî 7 roj dom kir. Rojane li salona City Sinema û Sînema Slaim zêdeyî 30 filmên kurt, dirêj û belgefilman dihate nîşandan û eleqeyeke mezin jî ji festîvalê re hebû.