'Em kevneşopiya xwe biparêzin û nûjen bikin' 2019-10-04 09:08:59   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jina bi navê Şemsê Mihmed behsa girîngiya kevneşopiyên  gelê Kurd kir û got: "Dijminên Gelê Kurd dixwazin bi riya hedefgirtina kevneşopiyên me, me qir bikin. Loma divê em kevneşopiyên xwe biparêzin."    Kevneşopî mîrat û berhemên demên borî ye. Bi saya kevneşopiyan raman, nêrîn û hestên di dîrokê de hatiye jiyîn gihaştiye nifşên nû.Kevneşopî di nava xwe de çîrok, destan, helbest, mamik, mîteolojî, çand, huner, pîşe, stran, dengbêjî, çîrok, gotinên pêşiyan, govend, şahî û munasebetan dihewîne.   Li Kobanê dema ku mirov derbasî malan dibe, wê teqez amûrên kevneşopî bibîne. Ajansa me di vê çarçoveyê de derbasî taxa Kaniya Kurdan bû. Li kaniya Kurdan amûrên gelek balkêş hebûn ku temenê wan zêdetirî 100 salî ye. Her wiha odeya malbata Mihmed Mehmûd heye ku ji ax û daran hatiye çêkirin. Temenê odê 95 sal in û hîna jî li şûna xwe ye. Jina bi navê Şemse Mihmed ku ji Kaniya Kurdan e ji ajansa me re behsa kevneşopiyê kir.    'Di demên borî de jiyan komînal bû'   Şemsê di destpêkê de hinek orfên kevnar wiha anî ziman: "Di demên borî de me hemû kar û xebatên xwe bi rengekî komînal dikir. Me hemû malan bi hev re genim dikeland û savar çêdikir, di dema palê de hemûyan bi hev re alîkarî dikirin. Wexta ku kes dimir, weke hurmet û rêzdayîn me çil rojan cilên reş li xwe dikir. Jinan bi hev re nan çêdikirin, pêwistiya kê bi nan heba dihat têra xwe radikir û dibir. Di dawetan de, hemû gund li dora def û zirnê kom dibûn û şahiya xwe bi hev re dikirin. Gelê me heta astekê ji van orfan dûr ketine, loma daxwazî û hêviya me ku em li çand û nirxên xwe yên resen vegerin."   'Dijmin dixwaze me qir bike'   Şemsê di domandina axaftina xwe de qala êrîşên li ser çanda Gelê Kurd kir û got: "Dijmin dixwaze  Gelê Kurd ji hevdu qut bike, loma di destpêkê de çand û kevneşopiya me hedef digire. Dijminên me heta vê kêliyê jî êrîşên xwe yên qirkirinê didomîne. Em koçber kirin, malên me talan kirin û şewitandin, lê axa me hîn li şûna xwe ye û wê li şûna xwe jî bimîne. Em niha li ser axa xwe dijîn û malên xwe ava kirine. Di dema şerê Kobanê de çeteyên DAIŞ'ê mala min hemû şewitandin. Di mala min de amûrên kevnar yên weke Serrad, bêjing, milêvên ji hesin û daran hebûn, temenê wan 100 û 200 sal bûn, lê çeteyan hemû şewitandin. Ev êrîş diyar dike ku dijmin dixwaze me bi riya bişaftinê qir bike. Wan amûrên me şewitandin, lê nikarîbûn axa me bişewitînin."   'Em çanda xwe ya resen biparêzin'   Şemsê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê her kes xwe ji bişaftinê biparêze û got: "Weke jineke Kurd ez parastina kevneşopiyên xwe dikim, hin amûrên weke curik, destar, bêjing ên min hene û dengbêjiya kurdî jî dikim. Li gor nêrîna min, mirovên ku kevneşopiya xwe neparêzin ewqas ne welatparêz in. Ji ber vê jî divê her kes li lêgerîna kevneşopî û çanda xwe ya resen xwedî derkevin û xwe li hember bişaftinê biparêzin."