Hejmaranû ya Newaya Jin derket 2019-10-03 11:59:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya jinê ya mehaneNewaya Jin bi manşeta "Cotmehbanga ji bo berxwedanê ye" derket. Newaya Jin ku rojnameya jinê ya li Ewropayê ye, hejmara wê ya Cotmehê çap bû. Endama MeclîsaPAJK'êHêlînUmît di nirxandina xwe de ya ji bo rojnameyê diyar kir, ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd çil sal in ruh, hişmendî, hest û jiyanê dide dînamîkênpêşketinaneteweyî ya demokratîk û azadiya jinê. Di çarçoveyamijarê de nivîsên ji bo vegotina Arîn Mîrkan û Mîhrîban Saran di rojnameyê de hatin weşandin. Di hejmaraCotmehê ya rojnameyê de hevpeyvîna bi endama Koordînasyona TEV-DEM'êFozaYûsif a der barê rewşa li herêmê hate weşandin. Yûsif 'Herêmaewle', 'polîtîkaya dewleta Tirk a li dijîBakur û Rojhilatê Sûriyeyê', 'xebatên ji bo avakirinê yên li herêmê' û tevlîbûna jinê ya li vê pêvajoyênirxand. FozaYûsif diyar kir ku herêmênRojava hemû ewle ne, lewma şaş e ku ji xeta parastinê ya li sînor 'HerêmaEwle' bê gotin û destnîşan kir, heta ku dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî nebekaosa li herêmê jî bi dawî nabe. Ji Girtîgeha Gebzeyê Sema Mazlûm der barê Komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyînivîsek ji bo Newaya Jin amade kir. RojnamevanGulîstanÇiya heman mijar li rûpelênKurdîşîrove kir û li dijîçerxênkomployê bal kişand ser pêwîstiya bi kampanya û platformênnavneteweyî yên mîna 'Azadî ji Ocalan re'. Rojnamevan Ronî Eylem jî bi dosyayekeberfireh a lêkolînê 'ŞerênSerdemaNû' û bandora wê li jiyana mirovan a rojanenirxand. Mijaraqeyûman û desteserkirinaşaredariyênHDP'î ji aliyêaktîvîsta jinê Sara Aktaş ve hate nirxandin. Aktaş diyar kir ku yekanetişta li dijîêrîşan bê kirin yekkirinaqadêntêkoşînê û berxwedana bi hev re ya ji bo daxwazên hevpar e. Ji wekîlênHDP'î Feleknas Ûca jî heman mijar li rûpelênKurdînirxand û diyar kir, ku berxwedana li dijîfaşîzmêmafekîrewa ye. Li gel portre û nivîsênnirxandinan her wiha gelek nûçe û dosya der barêtenduristî, zanistî û pêkenokan hene. LewmarojnameyaNewaya Jin vê mehê jî xwedî naverokekexurt e.