'Gelê Kurd ji dîrokê heta roja îro çanda xwe ji bişaftinê diparêze' 2019-10-03 10:31:18   Hesna Muhemed   ŞEHBA  -  Di dema Rejîma BAAS'ê de gelê Rojava rastî lêdan û îşkenceyê dihatin, nikaribûn bi awayekî azad çand û hunera xwe pêş bixista. Hûriyê Mihemed Mustafa ya ku gelek zehmetî ji destê Rejîma BAAS'ê kişandiye wiha dibêje: "Her mirovek bi çanda xwe tê naskirin, lê Rejîma BAAS'ê çanda me nedipejirand û êrîş û îşkenceya xwe li ser me zêde dikir. Tevî êrîş û îşkenceyan me dev ji çanda xwe berneda. Gelê Kurd ji dîrokê heta roja îro çanda xwe ji bişaftinê diparêze."   Beriya Şoreşa Rojava, gelê ku li Rojava dijiyan ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve rastî lêdan û îşkenceyê dihatin. Tevî zor û zehmetiyan gelê ku li wê derê dijiyan, berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dikirin. Yek ji jina ku bûye şahidê qirkirina Rejîma BAAS'ê ya çand, huner û ziman Hûriyê Mihemed e. Hûriyê 37 salî ye û dayika 3 zarokan e û li navçeya Cindirêsê ya Efrînê dimîne. Hûriyê zilm û zordariyên ku ji destên Rejîma BAAS'ê kişandiye rave kir.   'Gelê Kurd her tim rastî îşkence û lêdanê dihat'   Hûriyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zimanê zikmakî û wiha domand: "Ez di zarokatiya xwe de bi çanda xwe girêdayî bûm. Ji ber ku min dil nedikir bi zimanê Erebî bixwînim loma min li dibistanê lêdan dixwar. Li dibistanên  Rejîma BAAS'ê perwerdeya bi Kurdî qedexe bû. Ez refa yekem bûm bi rêya hevalên xwe beşdarê karê Çand û Hunerê bûm û min cihê xwe di koma govend û stranan de girt. Em di wê demê de ji ber astengiyên Rejîmê bi meş diçûn navenda Çand û Hunerê ya li gundê Aşka ya Cindirêsê û me tevî ewqas zor û zehmetiyan hunera xwe pêşkêşî gel dikir."   'Mirov çanda xwe nas neke bê nasname ye'   Hûriyê destnîşan kir ku di dema  Rejîma BAAS'ê de her tim rastî lêdan û îşkenceyê dihatin û wiha dewam kir: "Dema me çanda kurdan dida naskirin, rastî êrîşên  Rejîma BAAS'ê  dihatin, li gor astengiyan me hunera xwe pêşkêş dikir û dev ji çanda xwe bernedida. Mirov çanda xwe nas neke bê nasname ye. Heta roja îro jî ez çanda xwe diparêzim û bi zarokên xwe jî didim nasîn."    'Dayika me ya mezin welat e'   Hûriyeyê da zanîn ku piraniya stranên wê li ser dayikan e û wiha domand: "Stranên min hemû li ser dayikên ku êş, xem, dîtine û kêlaka wê berxwedan û têkoşîn kirine ye. Dayika herî mezin jî welatê mirovan e. Gelê Kurd ji bo rizgariya welatê xwe her dem dixebite û em ê roj were welatê xwe ji destên zaliman rizgar bikin."   'Li hember êrîşan berxwedanî pêwist e'   Hûriyeyê herî dawî bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Em Gelê Kurd xwe li ser fikir û felsefeya Serok Apo perwerde dikin û li ser pergala netewa demokratîk karê xwe dimeşînin. Em li hember her cureyên êrîşan berxwedana xwe mezin dikin da ku  di welatekî azad bijîn."