3’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan bi belavkirina xelatan bi dawî bû 2019-09-19 16:27:25   KOBANÊ - 3'ê yemîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê ku bi dirûşma "Zarok mîrasa hunera jiyana azad in" 3 rojan dom kir, îro, bi belavkirina xelatan bi dawî bû.   Bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), 3'emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hat lidarxistin. Di roja dawî ya mîhrîcanê de zarokan hunerên stran, şano, govend, lîstikên zarokan û wêneyên ku bi destên zarokan hatine xêzkirin, pêşkêş kirin.   Komên ku îro beşdarî mîhrîcanê bûn wiha ne: Koma Hêvî ya govendê, Koma Ronahî ya stranan, Koma Ş. Zozan a govendê, Helbestvan Têlînaz û Newal, Helbestvan Emel Omer, koma Minbicê ya lîstika destan, koma Minbicê ya werzîşê, koma Minbic ya stranan, koma reqsa robot, koma Ş. Emkîn ya stranan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.   Piştre pêşengeha wêneyan ku bi destên zarokên herêma Firatê hatibûn xêzkirin, hat pêşkêşkirin. Piştî navbera nîvro koma Meclisa Malbatên Şehîdan a stranan, koma Minbic a govenda Çerkezî, stranên Zagros, koma Minbic a stranan û koma Til Xezal a şano berhemên xwe pêşkêş kirin.   Mîhrîcan di roja sêyem de bi awayekî serkeftî û bi belavkirina xelatan li zarokên ku cihê xwe di koman de girtibûn bi dawî bû.