Li Cizîr û Hezexê bernameyên çand û hûnerê dest pê kirin 2019-09-14 08:55:02   ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ya HDP’ê, bernameya Rojên Çand û Hûnerê ku dê 3 rojan berdewam bike da destpêkirin. Her wiha Şaredariya Hezexê ya HDP’ê jî Rojên Şano, Sînema û Konserê ku ew ê jî 3 rojan berdewam bike da destpêkirin.   Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya Rojên Çand û Hûnerê ku dê 3 rojan berdewam bike da destpêkirin. Lîstika bi navê “Zargotin Zêrgotin e” ya koma Şanoya Mencelê ya ku ji Wanê hat, li ber avahiya Şaredariya Cizîrê hat lîstin. Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zirag, rêvebirên HDP-DBP’ê û bi sedan kes tevlî bernameyê bûn.   Lîstik ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin hat. Bi dawîbûna lîstikê girseyê lîrand û li çepikan xist.   Li Hezexê  jî Rojên Şano, Sînema û Konserê dest pê kir   Her wiha Şaredariya Hezexê ya HDP’ê jî Rojên Şano, Sînema û  Konserê ku dê 3 rojan berdewam bike li dar xist. Bername lîstika bi navê “Tenê Ez” ve li Eywana Şanoyê ya Şaredariyê dest pê kir. Li vir jî Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Murat Şen, rêvebirên HDP-DBP û gelek kes tevlî bernameyê bûn.     Gelê ku tevlî bernameyê bûn eleqeyek mezin nîşan dan. Lîstika şanoyê bi çepikan bi dawî bû.